Li Wanê bo "Otobusa Pembe" stand hat vekirin

Li Wanê bo

Li Wanê ji teref Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê ve ji bona ku ji pîrekan re otobusa pembe bê tahsîskirin standa îmzayê hat vekirin.

Ji teref Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê ve li Wanê ji bona ku ji pîrekan re otobusên pembe bê tayînkirin standa îmzê hat vekirin. Wanîyan eleqeyeke mezin nîşanî standa ku hat vekirin dan û gotin ew ê sepaneke wisa dê di cî de be.

Haluk Înançê Berdevkê Heyamî yê Înîsîyatîfa Piştevanîya Sîwîl a Wanê derbarê mijarê de diyar kir pîrek di warê veguhastinê de gelek zêde mexdûrîyetan dijîn  û bo çareserîya van mexdûrîyetan divê otobusên pembe taybet bo pîrekan bê tahsîskirin.

“Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin”

Înaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev proje li gelek bajarên Tirkîyê û li gelek welatan tê sepandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ew telebên cîddî yên di vî warî de piştguh neyên kirin û çareserî bê dîtin. Divê seferên ku bes bo pîrekan bin bên destpêkirin.”

“ Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be”

Welatîyê bi navê Hakan Tanriverdî jî derbarê mijarê de diyar kir xelk ji şaredarîyê otobusa pembe teleb dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku ez mêr bin jî ez gelek caran dema ku diçim zanîngehê gelek zêde zehmetîyê dikşînim ku rewşa pîrekan muhîmtir û nebaştir e. Îhtîmal e ku pîrek jî aciz dibin. Em ji şaredarîyê dixwazin ku di vî warî de hesastir be.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11043/li-wan-bo-otobusa-pembe-stand-hat-vekirin 


Ê Berê Dayikeke din bi hesreta lawê xwe koçî dari bekayê kir
Ê Li Pey Êrîş li baregaha Rûsyayê hat kirin: 2 leşker mirin û 10 leşker birîndar bûn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.