Êrîş li baregaha Rûsyayê hat kirin: 2 leşker mirin û 10 leşker birîndar bûn

Êrîş li baregaha Rûsyayê hat kirin: 2 leşker mirin û 10 leşker birîndar bûn

Di êrîşa bi hawan a ku li baregaha leşkerî ya Rûsyayê ya li Himeymîma Sûrîyê hat kirin de 2 leşker mirin û herî kêm 10 leşker birîndar bûn.

Hat ragihandin di 31ê Kanûna 2017an de êrîş li baregaha leşkerî ya Rûsyayê hat kirin, di êrîşa bi hawan a ku li baregaha leşkerî ya Rûsyayê ya li Himeymîmê ya Lazkîyeya Sûrîyê hat kirin de 2 leşker mirin û herî kêm 10 leşker birîndar bûn. Her wisa hat ragihandin di êrîşê de balafirên şer û neqlîyê jî zirar dîtine.

Hêj nehatîye daxuyandin ka êrîş ji teref kîjan koma muxalif ve hatiye kirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11046/rs-li-baregaha-rsyay-hat-kirin-2-lesker-mirin-10-lesker-birndar-bn 


Ê Berê Li Wanê bo "Otobusa Pembe" stand hat vekirin
Ê Li Pey Ji Balukenê HDPyî re 15 sal û 3 meh ceza hat dayîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.