Xelkê Îranê daket kolanan

Xelkê Îranê daket kolanan

Ji roja pênçşemê vir ve li Îranê ji teref hinek hêlan ve protesto tên li dar xistin. Li hember van protestoyan xelkê Îranê xwe berdan kolanan û protesto li dar xist.

Di 28ê Kanûnê de li bajarê Meşheda Îranê di serî de ji ber enflasyon û aborîyê gel çalakiyên protestoyan li dar xistibû. Piştî vê yekê di rojên din de protesto li gelek bajarên belav bûn. Tê gotin ku protesto ji teref Amerîka, Îngîltere, îsraîl û Siûdî ve tên fînanse kirin. Li hinek bajaran protestovanan êrîşî bankayên taybet kirin û wesaît şewitandin.

Di serî de çalakiyên protestoyan ji ber pirsgirêkên aboriyê hatibû destpêkirin û ew protesto bû wek protestoyên li dijî hikumetê. Di pevçûnên di navbera polês û protestovanan de 30 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li hember van bûyeran do xelkê Îranê li gelek bajaran bi alayên Îranê û wêneyên Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney xwe berdan kolanan û wan jî piştgirî dan hikumetê. 

Xelkê li bajarê Ahvaz, Abadan, Tahran, Gorgan, Îylam, Erak, Hurremabad, Kirmanşah û Bûşehrê xwe berdan kolanan û gotin: “Serokê me em amade ne!”, ‘Qehr bibe Amerîka’, ‘Qehr bibe Erebîstana Siûd’ û ‘Qehr bibe kesên fitnekar û munafik.”

Hate ragihandin ku armanca protestoyên tên kirin ‘Li dijî protestoyên li bajarên ku xwîn hatiye rijandin’ tê tertîpkirin.

Ayetullah Hamaney roja sêşemê axifîbû û gotibû kesên van protestoyan derdixin ‘Neyarê Îranê ne.’ 

Hamaney di axaftina xwe de wiha got: “Neyarên Îranê di rojên dawî de ji bo Cimhûriyeta Îslamê xera bikin pereyê neqdî, sîleh û îstîxbaratê didin protestovanan.”

Li gor beyanata ji sîteya fermî ya Serokomariyê hat dayîn  li giştiyê welet protestoyên tên li darxistin bi piranî hatine qontrolkirin û wiha hat gotin: “Gelê Îranê dikarin li gor yasa û qanûnan xwe îfade bikin û protestoyan li dar bixin. Bêgûman ewlehiya gelê me ji bo me zaf girîng e ji ber vê yeke emê li hember çalakiyên ne qanûnî û şidetê bê deng nemînin”. 

Fermandarê Mihafizên Înqilaba Îranê Muhammed Alî Caferî derbarê protestoyên di rojên dawî de tê kirin de daxuyaniyek da û got: “Protestoyên li dijî rêveberiyê tên kirin hatiye bi dawîkirin.” Caferî ji televîzyona fermî ya Îranê re peyivî û got: “Îro roj roja dawîbûna fîtnê ye.”

Caferî destnîşan kir ku çalakiyên di hefteya borî roja pênşemê hatin destpêkirin di roja înê de bûbû wek protestoyên li dijî hikumetê û ji roja înê pê de çalakî bûn wek navenda fîtneyan. Li hember vê yekê minafiqên li dijî devrîmê hatin binçavkirin.

Caferî ji bûyeran Amerîka, îsraîl û Siûdî berpirsîyar girt.

Serokê Amerîka Doland Trûmp li ser malpera xwe ya twîtterê gotibû : “Xelkê Îranê wê di wextê rast de ji Amerîka piştgiriyek mezin bibînin”. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11048/xelk-ran-daket-kolanan 


Ê Berê Ji Balukenê HDPyî re 15 sal û 3 meh ceza hat dayîn
Ê Li Pey Dayika Zulkuf Yuceyî hat definkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.