“Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe”

“Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe”

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê xwepêşanên li Îranê de diyar kir “Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe.”

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin di civîna ku li Beştepê li dar xist de  derbarê rojevê de daxuyanî da. Kalin di civîna çapemenîyê de derbarê xwepêşanên li Îranê de diyar kir “Hizûr, aştî û îstîqrara Îranê bi Tirkîyê gelekî muhîm e. Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe.”

Kalin di berdewama axavtişna xwe de diyar kir doh Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê re hevdîtin kiriye û dû re wiha got: “Weke ku Rûhanî jî got mafê xelkê heye ku xwepêşanan tertîp bike.Lê belê qebûlkirina çalakîyên ku digihijin asta hovîtîyê ne mimkûn e. Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev dikin dê negihijin armanca xwe.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11051/ger-hinek-kes-bixwazin-ran-tevlhev-bikin-d-negihijin-armanca-xwe 


Ê Berê “Doza Zarrab dozeke siyasî û qumpasê ye”
Ê Li Pey HUDA PAR dest bi kongreyên bajêr kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.