HUDA PAR malbatên ku di naveyna wan de hisûmet hebû li hev anî

HUDA PAR malbatên ku di naveyna wan de hisûmet hebû li hev anî

ŞIRNEX - Heyeta HUDA PARê dawî li hisûmeta di navbera malbatên Ozdemîr û Ekîncî anî.

Berî vê 7 mehan li Qasrîka Şirnexê di navbera malbatên Ozdemîr û Ekîncî hisûmetek rû da, heyeta HUDA PARê van her du malbatên bi hisûmet anî bal hev û dawî li vê hisûmetê anî.

Bernameya lihevhatinê ji teref HUDA PARê ve di mala Nadîr Şanliyê ji mezinên Eşîra Batuyan de hat tertîpkirin û gelek rayedarên HUDA PARê beşdarî bernameya lihevanînê bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û her du malbatên ku biryara aştîyê dane tebrîk kir.

Gok di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo hisûmeta ku rû da ye ji rastê rakin û malbatan li hev bînin hatine  û dû re wiha axivî: “ Hemd ji Xwedê re ku ev mesele û hisûmeta di navbera her du malbatan de bi xêr û aştîyê bi netîce bû. Em jî bo vê yekê li vê derê bûn. Em her du malbatan jî ji ber qerara bi xêr a ku dane tebrîk dikin. Xweda ji wan razî be. Her wisa em diakarên wan in da ku di dahatûyê de jî mişkîle derneyê. Înşallah ew ê muhabbet û biratî û hezkirina wan zêdetir bibe.”

Di piştî diaya ku hat kirin  malbat hev hemêz kirin û li hev hatin û bername di dawî bû.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11062/huda-par-malbatn-ku-di-naveyna-wan-de-hismet-heb-li-hev-an 


Ê Berê Yapicioglu derbarê rojevê de nirxandinên girîng kir
Ê Li Pey “Gavên ku îsraîl davêje em qebûl nakin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.