“Em bi xebera girtina bersûcê fîrarî zêde kêfxweş nebûn"

“Em bi xebera girtina bersûcê fîrarî zêde kêfxweş nebûn

DIYARBEKIR - Hatîce Boruya dayika şehîd Yasîn Boru ye derbarê girtina bersûcekî firarî de diyar kir “Gelek zêde kefa me nehat ku bersûcê fîrarî hatiye girtin lewra ew ê Yasîn û hevalên wî cardin neyên.”

Ersîn Fîlîzerê ku ji bersûcên qatil ê fîrarî yê ku ji qatilên Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6 û 7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin bû bi operasyona ku berî vê çedn rojan hat kirin hat girtin.

Hatîce Boruya dayika şehîd Yasîn Boru ye derbarê girtina bersûcekî firarî de diyar kir “Gelek zêde kefa me nehat ku bersûcê fîrarî hatiye girtin lewra ew ê Yasîn û hevalên wî cardin neyên.”

“Bi xebera girtina wî em gelekî kêfxweş nebûn”

Dayik Boru di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir tilîya kî di êrîşan de hebe divê tev bên cezakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ew kesê bersûcê fîrarî yê ku hatiye girtin beşdarî êrîşan bûbe, qatil be û pêhînek jî avêtibe Yasîn ez dixwazin ku bê cezakirin.Bi xebera girtina wî em gelekî kêfxweş nebûn, lewra ew ê Yasîn û hevalên wî cardin neyên. Lê belê ew ê ew kes jî di hindir de rihet neke, ez dixwazim ku di hindir de birize û goştê wî xera bibe. Bila nemire, bila êş û elemê bikşîne û bifikire û parçeyên laşê wî hilweşin. 2 bersûcên fîrarî yên din jî hene. Ez dizanim ku ew kes ji xwe me re nayên teslîm nabin. Înşallah ew jî bên girtin. Her çi qas ev ceza bêhna me dernexe jî qet nebe ew jî rihet nakin. Bila ew jî bikşînin û bên hepiskirin.

 “Heta kesên ku êrîşan danepêkirin neyên cezakirin dê ev nebe mehkemeyeke rasteqîn”

Dayik Boru di berdewama axavtina xwe de bang li rayedaran kir da kesên ku êrîşan danepêkirin jî bên cezakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hêj ji serî ve got ku ev yek ji teref çend sûtal û awareyan ve nehatiye kirin. Heta kesên ku êrîşan danepêkirin, Selahaddîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Zubeyde Zumrut û temamê wan kesên ku wê şevê di MYKya HDPê de wê îmzê avêtine  neyên cezakirin dê ev nebe mehkeme û darazeke rasteqîn. Em vê yekê qebûl nakin. Bila ew kes jî cezayê bistînin.”

Dayik Boru di dawîya axavtina xwe de qala dema êrîşan kir û wiha got: “Ger wê rojê  ewlehî bersiv dabana bangan îhtîmal bû ku Yasîn û hevalên wî hatibana xelaskirin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11063/em-bi-xebera-girtina-bersc-frar-zde-kfxwes-nebn 


Ê Berê “Gavên ku îsraîl davêje em qebûl nakin”
Ê Li Pey Yusufî Zulkuf Yuce beşdarî tazîya dayika xwe bû

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.