Hişkesalî cotkaran ditirsîne

Hişkesalî cotkaran ditirsîne

DIYARBEKIR - Ji ber ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê şilî tineyê cotkar ji hişkesaliyê diltirs dibin.

Derbarê mijarê de Serokê Odeya Zîraetê ya Navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê Suleyman Îskenderoglû destnîşan kir ku ji ber şiliya hewce heta niha nehatiye cotkaran gubreyê xwe neavêtiye.

Îskenderoglû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Barana ku divê di meha mijdar û kanûnê de bibarya li devara me û li navçeya me pir kêm bariya. Li gor salên berê em dinerin ji sedî 20 jî baran hê neketiye. Wek hûn dibînîn erd hê jî şîn nebûye û tovên me avêtiyê hê jî wek berêye û li ser rûyê erdê ye. Şênkayiya şîn hatiye jî ne bi sedem baranê ye. Niha talûkeyek hişkesalî ya mezin heye. Ev tiştekî tabiîye em nikarin tiştekî bibêjin lê belê lazime dewlet alîkariya çotkaran bike. Lewra îsal li devera me di warê hişkesaliyê de talûkeyek mezin heye.”

“Hilberînerên me diltirs bûne”

Îskenderoglû destnîşan kir ku ji ber hişkesaliyê li hinek deverên me qet şênayê çênebûye û wiha got: “Sala borî van wexta zahf baran hebû. Wek hûn dibînin li nav erda axa reş xuya dike, sala borî van çaxana her der şîn bû û herî hindik qama genim bûbû bihostek. Ji ber baran di meha mijdar û kanûnê de hindik bariya hê jî şênkayi xweşik tineye. Li devera Qerecdaxê je ber baran nebariya ye hê jî tov li ser rûyê erdê ye. Ji ber ku hewa bi nem e û baran nabare ax hişkedibe. Ji ber kû dirûm wisa ye niha tirsa hişkesaliyê zêde dibe.”

“Hekû ez gubre bavêjê ezê xisarek li ser xisarê bikim”

Îskenderoglû îfade kir ku ji ber baran tineye cotkaran hê jî zeviyê xwe gubre nekiriye û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji ber ku şilî kêm ketiye cotkar nikarin gubreyên xwe bavêjin zeviyên xwe. Ser merselê min bi xwe gubre girtiye lê belê ji ber baran tineye hê jî gubreyê min li Kooperatîfa Çandin û Krêdiyê  ye. Hekû ez gubre bavêjimê ezê zirar bikim ji ber vê yekê ez ditirsim ku ez gubre bavêjimê. Çimkî ez gubre bavêjimê ezê xisarê li ser xisarê bikim. Niha hindekar û cotkar sekinîne. Em tev raporên hewayê qontrol dikin. Niha ne mimkune em gubre bavêjinê.”

Ji cotkaran Mûstafa Tekfûr jî di warê hişkesaliyê de axifî û diyar kir ku ger baran nebare ewê xisarek mezin bikin û ji ber hişkesaliyê ewê tev rewşek zor û zehmetî derbas bikin.

“Bi şev û roj em ji Xweda re dia dikin”

Tekfûr destnîşan kir ku ji ber hişkesaliyê genimên me çandine hê jî şîn nebûye û wisa got: “Îsal saleke bi talûkeye. Em bi şev û roj ji Xweda re dia dikin. Min 30 kîlo gubre û tov avêtiye lê belê ji ber ku baran tineye tu tiştek şîn nehatiye. Emê ji vî genimî çi hêvî bikin. Me gubreyê biharî kirîne û em sekinîne. Em ditirsin, em newêrin gubre bikin. Hekû em gubre bavêjê û baran nebare emê xisarê li ser xisarê bikin. Em dixwazin dewlet piştgiriya prîman zêde bike û piştgiriya cotkaran bike.”

“Genimên ku sala borî bihostekê mezin bû îsal qet şînehatiye”

Ji cotkaran Eşref Mûtlû jî xwest ku bi sedem hişkesaliyê piştgiriya cotkaran bê kirin û wisa got: “Me li vir genim çand. Teqdîra Xwedaye îsal baran jî hindik bariya. Ev saleke am li hêviya vî genimî bûn. Ger baran nebare xebatên me valaye. Em tev dia dikin lewra ji dia pê ve tiştek ji destê me nayê. Genimên sala çûnî vî çaxî bihostek bû îsal qet şînehatiye.” (ÎLKHA)

 

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11069/hiskesal-cotkaran-ditirsne 


Ê Berê “Dê û bav bi hesreta zarokên xwe yên Yûsûfî koç dikin”
Ê Li Pey Li Amerîka 22 kes ji ber sermayê mirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.