Gok: Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin

Gok: Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin

ÊLIH - Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok ziyaret kir. Gok îfade kir ku lazeme Zanîngeh bibe mektebên fikr û ramanên azad û serbixwe bin.

Rektorê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Aydin Dûrmûş Serokbajariya HUDA PARê ya Êlihê ziyaret kir.

Di ziyaretê de Dûrmûş ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, endamê GÎKê Ekrem Guleşen û Serokê Navçeya Navend M. Şerîf Dûrmaz ve hat pêşwazîkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok di ziyaretê de axifî û destnîşan kir ku lazime zanîngeh û bajar di nav têkiliyek nêz de bin.

Gok, îfade kir ku dema zanîngeh û bajar têkiliyê wan yê baş hebe wê ji bajar û civakê re pir baş bibe, ji xwe daxwaza civakê jî ji zanîngehan eve.

Gok, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lazime zanîngeh li bajarên lêne têkiliyên wê û bajaran hebe. Lazime zanîngeh bi odeyên karsaz û bazirganiyê re jî hevkariyê bikin. Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin û lazime zanîngeh serbixwe bin. Divê tu bandora mamosteyan li ser xwendekarê zanîngehê tinebe. Pêwiste zanîngeh tenê ciyê ilm û îrfanê bin.  

Rektorê Zanîngeha Prof. Dr. Aydin Dûrmûş îfade kir ku ji bo zanîngeha me pêşkeve lazime em xwendekarên biyanî bikşinin vira û fakulteyên tip, dermanxane û hiqûqê vekin. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11071/gok-zanngeh-mektebn-fikr-ramann-azadin 


Ê Berê Li Amerîka 22 kes ji ber sermayê mirin
Ê Li Pey Di operasyona PKKê de nêzî 2 tonan esrar hat bidestxistin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.