Di operasyona PKKê de nêzî 2 tonan esrar hat bidestxistin

Di operasyona PKKê de nêzî 2 tonan esrar hat bidestxistin

DIYARBEKIR - Di operasyona ku li Diyarbekirê li dijî PKKê hat kirin de nêzî 2 tonan esrar hat bidestxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de hat ragihandin di operasyonên ku nav sînorên Dîbekkoy, Yolçati û Çagdaşa Licêya Diyarbekirê hatin tertîpkirin de hezar û 827 kîlo û nîv esrara ku bihaya wê ya piyasê 27 milyon û 130 milyon  e hat bidestxistin. Di operasyonê de her wisa 3 teqemenîyên ku bi destan hatibûn amadekirin û di nav zevîyê de hatibûn bicîkirin jî hatin îmhakirin.

Her wisa di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat ragihandin operasyonên ku di 3ê Çileyê de hatibû destpêkirin di 5ê Çileyê de bi dawî bû.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11074/di-operasyona-pkk-de-nz-2-tonan-esrar-hat-bidestxistin 


Ê Berê Gok: Zanîngeh mektebên fikr û ramanên azadin
Ê Li Pey Temsîlkarîya Mêrdînê ya Weqfa Kerwana Umûdê hat vekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.