“Pêdivîya me bi înşakirina dahatûyê heye”

“Pêdivîya me bi înşakirina dahatûyê heye”

Ji teref Serokatîya Şaxên Ciwanan a Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê ve paneleke bi navê “Berpirsiyarîya Xortanîyê di Dahatûya Tirkîyê de” hat tertîpkirin.

Di destpêka panelê de ji teref Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu ve axavtina destpêkê hat kirin. Tanrikulu di axavtina xwe de diyar kir xelkê ji bîra sîyasî dû be ber bi hêlên din ve tê kişandin.

Di panela ku hat tertîpkirin de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn derbarê mijara “Çima pêdîvî bi HUDA PARê heye?” de nirxandinek kir.

“Lê belê  tu car dahatû li ser bingeh û zemîneke qels û zeîf nikare bê avêtin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir gelek zêde problemên civakê hene û divê dahatû bi destên xortan bê înşakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “HUDA PAR partîyek e wisa ye ku dê bi xortan dahatûyê înşa bike. Lewra pêdîvîya me bi înşakirina dahatûyê heye. Pêdîvîya hemû kes, ferd, malbat, civak û dewletê bi înşakirina dahatûyê heye, lê belê  tu car dahatû li ser bingeh û zemîneke qels û zeîf nikare bê avêtin. Dibe ku di nav civakekê de problemên mezin, berberî, zilm û neheqî hebin ku ev yek xalên girîng in; heta ku hûn van xalên girîng tamîr  û islah nekin hûn nikarin li ser van xalên girîng dahatûyeke sexlam înşa bikin. Ji ber wê yekê pêdivîya me bi înşakirina dahatûyê heye. Wek dewletê jî pêdivîya me ji vê re heye. Ger em dahatûya xwe ku ser temelên ku hene ava bikin ew ê dahatûya me jî dê li ser van îxtîlaf, fitne, zilm  û neheqîyan bê înşakirin. Ji ber wê yekê dem qala dahatûyeke ku li ser edaletê dê bê înşakirin dikin.”

 “Hûn ji ser girtîgehan dikarin civakê binirxînin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de  destnîşan kir tabloya civakî û siyasî ya Tirkîyê nebaş e û sedema vê yekê jî pergala ku niha heye ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li ber du tabloyên şewatê yên bi navê civakî û siyasî heye. Tabloya me ya sîyasî nebaş e. Mirov dikare ji ser çend xalan rewşa xirap û nebaş a civakê binirxînin. Em dikarin ji ser girtîgehê civakê binirxînin. Dema ku me pirsî ‘Rêjeya tijebûnê ya di girtîgehan de çi qas e?’ ew ê wê demê rewşa civakê derkeve holê. Dema ku me lê nihêrt di sala 2004an de 55 hezar girtî di girîtgehan de dihatin girtin ku di sala 2016an de ev rêje bû 255 hezar.”

 “Heta ku dewlet neyê islahkirin dê ev çirav cenewaran bihilberîne”

Şahîd di berdewama axavtina xwe de derbarê mijarê de balan kişand li ser rêjeya talaqan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Nîşaneyeke din jî rêjeya hevberdan e. Dema ku em li van hevberdanan dinêrin tabloyeke pir nebaş derdikeve pêşîya me. Em di wexteke wisa de ne ku ji 4 kesên ku dizewicin kesek dev ji hev berdidin. Ji ber wê yekê  rewş ji vê tabloyeyê jî baş xuya nake. Nîşaneyeke din di civakê de bikaranîna dermanên deprasyonê ye. Di sala 2014an de li Tirkîyê 39 milyon dermanên depresyonê hatine bikaranîn ku di sala peyde ev hejmar bûye 44 milyon. Birayên ezîz! Tabloya me ya civakî nebaş e. Sedema wê çi ye? ji ber problemên pergalê, ji ber bêmanewîyeta di perwerdehîyê de, ji ber bêedaletî û zilma di pergalê de. Pergal bû civakeke ku cenewaran perwerde dike. Başe ev di destê kî de û çawa? Di pergala Kemalîst de. Ji ber wê yekê divê ev çirav bê islahkirin. Çirav û teqan pergal û dewlet e. Heta ku dewlet neyê islahkirin dê ev çirav û teqan cenewaran bihilberîne.”

Piştî axavtina Şahîn bi dorê Arîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê  Erdal Elîbuyuk û Mehmet Alî Doyar jî axavtinek kirin.

Elîbuyuk di axavtina xwe de got “Ger referansa me Îslam be divê em li gor wê hereket bikin” û Doyar jî destnîşan kir “ Ger yekîtîya me tunebe dê hêza me, derfeta me çênebe û dê firset dernekevin pêşîya me.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11080/pdivya-me-bi-nsakirina-dahaty-heye 


Ê Berê Di êrîşên ku li Xuteya Rojhilat hat kirin de bi dehan siwîl jiyana xwe ji dest dan
Ê Li Pey “Li ser Qudsê re tu doz tuneye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.