Ji bo biryara Amerîka ya Qudsê protesto bike ji Stenbolê ber bi Qudsê ve dimeşe

Ji bo biryara Amerîka ya Qudsê protesto bike ji Stenbolê ber bi Qudsê ve dimeşe

Şexsek ji bo biryara Emerîkaya Emperyalîst ya ku qaşo Quds wek paytextê siyonîstan naskiribû protesto bike ji Stenbolê ber bi Qudsê ve bi meşê derket rê û îfade kir ku lazime meriv li hember zilmê îtîraz bikin.

Bavê 3 zarokan Nûrettîn Koç ji bo biryara Amerîkaya Emperyalîst ya ku qaşo Quds wek paytextê siyonîstên îşxalker naskiribû protesto bike û dîqetê bikşîne ser mijara Filistînê ji Stenbolê ber bi Qudsê ve bi meşê derket rê û heta niha gîhaye Konya yê.

Koç, di gel hewaya sar ev 22 rojê wî ye meşa xwe didomîne û armanca wî di serî de bighêje Hatayê û paşê ji wir wê ber bi Qudsê meşa xwe  bidomîne.

Di sala 2004an de Koç di navbera kesên ji bo azadiya sernixumandinê ji Rihayê ber bi Enqerê dimeşiyan de jî hebû û îfade kir ku di warê Qudsê de pir hat peyivîn, êdî lazim e ew tiştên hatin gotin têkevin pratîkê, lewra dema wê hatiye.  

Koç, bi ala Filistîn û çentê pişta xwe li meşa xwe berdewam dike û wiha axifî: “Di 17ê Kanûnê de ez ji Stenbolê derketim rê. Îro ev 21 an 22 rojê min e ez dimeşim. Ez ber bi Kûlûya navçeya Konyayê ve diçim. Ez wek Mislimanekî fikirîm ku ev bi salaye çeteyên siyonîst zilmê li birayên min yên Fîlîstînî dikin ka çi ji destên min tê, tenê li hember zilmê bertek ji destê min dihat min xwest ez vê têxim pratîkê. Ez dixwazim ku însan li hember zilmê tiştekî bikin. Lewra em zaf peyîvîn êdî lazime em hinek tiştnan bikin. Lazim e em li hember zilmê derkevin. Divê em li mezlûman xwedî derkevin û em bi wan bidin hîskirin ku  ew ne tenê ne. Lazim e êdî zalim jî bizanibin mezlûm ne tenê ne û hin kes li pişta wan heye.”

Koç, destnîşan kir ku ji ber bi şevê talûke ye ew bi şev nameşe û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev ne îmtîhanek mezin e, tenê ez di rê de me. Hekû wê ji îsraîl re paytextek bê dîtin ew paytext zilm e. Tu însanên ku tên kuştin ji min, tu zarokên ku tên qetilkirin ji zarokên min ne bêqîmetir e. Ez piştî nimêja sibê taştê dixum û derdikevim rê. Êvarê piştî roj diçe ava ez meşa xwe diqedînim. Ji ber şevê rê talûkeye ez bi şev nameşim. Di rê de kesên min mêvan dikin hene. Di rê de qethiyen ez li tu wesaîtan siwar nabim.”

Koç, destnîşan kir ku ew ji Stenbolê derket rê û wê di Kocaelî, Sakarya, Duzce, Bolû, Enqara, Konya, Edena, Osmaniye, Hatayê re derbasî Sûrî bibe û wê di Sûrî re ber bi Qudsê here. Koç di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku welatî piştgiriyê didin min û wêneyên bîrhatinê binin re dikşînin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11099/ji-bo-biryara-amerka-ya-quds-protesto-bike-ji-stenbol-ber-bi-quds-ve-dimese 


Ê Berê Doxtorên ku Sînor Nasnakin: Destdirêjî li pîrekên Rohîngyayî hat kirin
Ê Li Pey Yapicioglu: Înşallah Quds dê ummetê hişyar bike û sefan bijdîne

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.