Yapicioglu: Înşallah Quds dê ummetê hişyar bike û sefan bijdîne

Yapicioglu: Înşallah Quds dê ummetê hişyar bike û sefan bijdîne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku li Entabê beşdarî 2yemîn Kongreya Asayî ya partîya xwe bû destnîşan kir “Înşallah Quds dê ummetê hişyar bike û sefan bijdîne.”

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di kongreya partîya xwe ya li Entabê de derbarê rojeva hundir û derve de nirxandinên balkêş kir.

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku li kongreyê kir de balan kişand li ser edaletê û dû re dijminên Îslamê hewil didin bi mijarên cuda Qudsê ji rojeva Mislimanan derxînin, encax ew ê  înşallah Quds dê ummetê hişyar bike û sefan bijdîne.

Pêşî însan, pêşdatir edalet

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku par dîsa beşdarî kongreya partîya xwe ya li Entabê bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji roja ku em dane rê vir ve me tiştinan digot û dibe ku hinek kes van tiştên ku me digot neecibandibin. Lê belê ev wextê ku derbas bû tiştekî nîşanî me da. Gelek kesên ku gotinên me nediecibandin îro ew bi xwe van gotinan bi lev dikin û dibêjin. Bila bibêjin, mişkîle nîne. Em encax ji ber vê yekê memnun dibin. Belê bi rastî jî em ê gotina van heqîqetan bidomînin. Çi qas hejmera van kesên ku heqîqetan dibêjin zêde bibe em ê ew qas kêfxweş bibin. Belê pêşî însan, pêşanî edalet. Bingeha hemû tiştî edalet e. Bi rastî jî ger em di nav xwe de edaletê tesîs bikin wê demê em dikarin ji vê rewşa ku em di nav de ne xelas bibin.”

Ji bo ku em newin ba hev her tim me meşxûl dikin

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê bo Qudsê li meydanan bûn û mezintirîn mîtîngên ku li Tirkîyê bo Qudsê hat tertîpkirin yek jî ji teref wan ve hat tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek HUDA PARê li meydanan bûn. Me di mîtînga ku tertîp kir de destnîşan kir ku em rê nedin vê yekê Ne tenê xortên HUDA PARê bi izna Xwedê ew ê temmê xortên ummetê firset û rê nedin vê yekê.Baye berî vê çend rojan Quds ji rojeva me derket. Em niha qala çi dikin? Em qala dozeke kumpasê ya ku li Amerîkayê tê dîtin dikin. Li Îranê kolan tevlîhev bûn.Li wê Xutaya Rojhilat a ku ji teref rejîmê ve hatiye dorpêçkirin û qaşo lê agirbest hatiye îlankirin doh ji sedî zêdetir êrîş hatin kirin. Li Yemenê hêj zarok ji nêzan dimrin. Ji alîyekî ve Amerîkayê zalim gefan li Pakîstanê dixwe. Dibêje çi, dibêje Pakîstan di warê bi micadeleya li dijî terorê de bi şikleke baş tevnagere. Çi ye? Ji wan kesên ku ew ji wan re dibêje ‘terorîst’ Pakîstan ji hinekî ji wan re nabêje ‘terorîst.’ Halê alema Îslamê li ber çavên me ye. Vaye halê bajêra Mekkeya ku lê Beytul Haram heye û di nav sînorên Erebîstana Siûd de li ber çavan e. Xanedana Siûd di nav xwe de bi hev ketine. Niha ji bo ku  her yek ji me dema ku bi problemên xwe navxweyî re  bilebike em ê çawa li Qudsa şerîf xwedî derkevin û bo Qudsê sefên xwe bijdînin. Ji bo ku em neyên ba hev û sefên xwe nejdînin her tim me dilebikînin. Xalên me zeîf tespît kirine û ji wir li me didin û me didin lebikandin û meşxûlkirin.”

Bo welatên Îslamê bang

Yapiciogluyê ku di berdewama axavtina xwe de bang li welatên Îslamê kir destnîşan kir divê welatên Îslamê di nav yekîtî û digelhevîyê de hereket bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bang li temamê alema Îslamê û nexasim bangî îdarevanên temamê welatên Îslamî dikin. Em dibêjin; Ey birêvebirên welatên Îslamî! Ey ew kesên ku ummetê îdare dikin! Ger hûn naxwazin emperyalîzm û siyonîzm welatê we tevlîhev bike û alozîyan derbixe tiştê ku divê hûn bikin diyar e.Mêze bikin! Dema ku Sûrîye tevlîhev dibû me got. Vaye di meha Adarê de dê bibe 7 salên wê. Me got ku, bo meseleyên xwe navxweyî hûn bangî emperyalîzmê nekin. Me got ku; lazim e em meseleyên xwe yên navxweyî bi xwe çareser bikin û em hewaleyî kesekî din nekin. Tiştên me 5 sal berê digotin niha nû bi nû hin kes dibêjin. ‘Gotin ku çi karê Emerîkan li vir heye. Sûriyê mesela umetê ya hindurî ye. Emê wek dewletên deverê mesela xwe ya hindur bi xwe çareser bikin.’ Me wê çaxê gotibû ku ‘Ey dewletên Îslamê û yên deverê! Werin ba hev û vê mijarê çareser bikin. Hûn dikarin vê bikin. Kesên wê rojê digotin ‘Ma mimkun e Îran û Tirkîye li dor maseyekê kom bibin’! Binêrin çûn li Astana rûniştin. Me pirsî û got, ‘Ey wan kesên ji sala 1639an vir ev serê 400 saliye kesên sînorên wan nehatiye guharandin, kesên bi hev re herb nekiriye û dû dewletên cîran, hûn werin ba hev û li dora maseyekê ronin, ma qey şert bû Rûsya jî li dor wê masê rûnişta? Ma qey dema Rûsya ne di navbera we de ba hûn ê lihev bixistana? Divê ku di navbera me de hin pirsgirêk hebin an ku em ji hev cuda bifikirin. Lewra li heman deran ev tişt hene. Lê belê dema ji derve ve tiştek were lazim e hûn bibin wek kulmekê û li hember wê bisekinin. Dema hûn li hember neyarên xwe bi hev re nesekin wê çaxe neyarên we wê avaneyên xwe li dor xwe kom kin, wê xayinên di nav we de bikirin û wê we zeîf bikin û wê êrîşî we bikin. Dixwazin we piçk û parî bikin.”     

Mescîdî Aqsa ji şîarê umeta Îslamê ye

Yapicioglû, destnîşan kir ku mijara Qudsê bû wesîleya hişyarbûna Mislimanan û wiha pêde çû: “Bi îzna Xweda Quds bû sedema hişyarbûna umetê. Ji ber vê yekê serokê Emerîka yê pozê wî bilind Trûmp Efendî, ‘Dema got emê paytexta xwe neqlî Qudsê bikin, min li ser malpera xwe ya sosyal ev tişt parve kir û min got, ‘Ez bawer nakim ku wê zanibe bê gavek çawa havêtiye û wê heşê wî negirê  wê ev gav bibe sedema çi. Bi îzna Xweda Misliman dê tiştekî wisa bike ku ewê jî fêm neke bê ehmeqiyek çawa kiriye. Wê rojê wê siyonîst dê jî nehletê li wî bînin.’ Çima min ev got. Bi îzna Xweda Qudsê bibe sedema hişyarbûna umetê û wê bibe wesîleya jidandina sefê Mislimanan. Înşallah ger ew vê ji rojeva ma derxin jî emê her tim vê bi bîr bixin. Lewra çîmentoyê me Îslam e û Mescîdî Eqsa ji şîarê umeta Îslamê ye. Ger hûn vî çîmentoyî ji nava umeta Îslamê rakin wê çaxê wê dewletên wê jî bibin ji kelhên qûmê. Bi bîr bixin dema zarok dileyzin ji qûma hûr ji xwe re kelhan çêdikin. Heku tiştên we yên ku we li cem hev bigre tinebe wê çaxe ne dewleta we, ne miletê we ne axawe, ne partiyên we û ne jî STK yên we û ne jî tiştekî re nabin û hûnên ji hev bikevin. Tiştên me yên hevpar Îslam e. Heger em naxwazin fite û fesadiyê têxin navbera me lazim e em vegerin ser eslên xwe. Nirxên ku me dikin yek lazim e em jidandî pê bigrin. Emê tiştekî din jî bikin. Emê pisgirêkên xwe bi edaletê çareser bikin. Di serî de însan û ya ewil jî edalet. Hekû hûn pisgirêkên xwe çareser nekin, hûn di navbera xwe de edaletê saz nekin, hûn neheqiyê lihev bikin wê çaxê hinek dê werin û we bera hev din. Heger hûn hevdû birçî bihêlên hin kes dê werin bi menfaetek dinyayê wan kesên we birçî hiştiye bikirin.”

Bûyerên dawî yên li Îranê

Yapicioglû, bûyerên li Îranê diqewin jî nirxand û got: “Belê ciwanên xoşewîst, bi rastî zikê hin kesan tije ye, xwe bi dolarekê firotine. Belê hin kes bêneseb in, bê xwîn in. Li ser protestoyên Îranê gotin ku ‘jiyana biha protesto dikin. Bihayê hêkan di hefteyekê de bi awakî cidî du qat zêde bûye, alîkariyên civakî bi awakî berçav kêm bûye û butçe herî zêde ji bo pêwistiyên leşkerî tê xerckirin. Heger hûn dabeşa dahatê bi edalet belav nekin wê wisa di heqê wede wisa şûn de û paş de biaxifin. Kesên jiyana biha protesto dikirin piştî du rojan vekişîyan? Lê belê çareserî çênebû û protesto bûn wek protestoyên li dijî rejîmê. Ma qey meriv ji bo bihabûna hêkan ala xwe dişewitîne? Naxêr meriv naşewitîne. Lê belê hin kesen wan protestoyan kirin behana û xwestin bikşînin hêlên din û xwestin binê wî memleketî bikolin. Ser meselê serokê çeteyên siyonîst Netenyahû got: “Hekû li Îranê rejîm xera bibe îsraîlî û Îraniyên ji nû ve bibin dost.", sermeselê Emerîkaya Emperyalîst ji bo 20 tîrîlyon dolar deynê xwe bigre di demên dawî de girt ser dewletên xelîcê û  niha ew Emerîka rabûye dibêje li Îranê dewlemendiyê bin rûyê erdê û azadiyên gel tên şêlandin. Çiye? Li Îranê neft tê şêlandin. Kî vê neftê dişêlîne? Rêvebirên Îranê dişêlîne. Di eslê xwe de veya dibêjin, ‘Em nefta Siûdî, ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Ûmman, Lîbya û Misrê dişêlînin, çima em nikarin ya Îranê jî bişêlînin?’ Bi rastî dixwazin vê bibêjin… Bi rastî em niha tam nizanin rewşa aboriyê li wir çawaye.”    (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11100/yapicioglu-nsallah-quds-d-ummet-hisyar-bike-sefan-bijdne 


Ê Berê Ji bo biryara Amerîka ya Qudsê protesto bike ji Stenbolê ber bi Qudsê ve dimeşe
Ê Li Pey OHAL dê cardin bê dirêjkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.