Rusya: Bi balafirên bêînsan 13 êrîş li baregahên me yên li Sûrîyê hat kirin

Rusya: Bi balafirên bêînsan 13 êrîş li baregahên me yên li Sûrîyê hat kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir bi balafirên bêînsan herî kêm 13 êrîş li baregahên me yênTartus û Hmemymîm ên li Sûrîyê hat kirin.

Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat destnîşankirin di 6ê Çileyê de  bi balafirên bêînsan herî kêm 13 êrîş li baregahên wan ên Tartus û Hmemymîm ên  li Sûrîyê hatien kirin û ev êrîş bi amûrên parastina asimanî hatine bertarafkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin kontrola 6 balafirên bêînsan hatiye bidestxistin û 7 balafirên bêînsan jî bi mûşekên Pantsît-S hatine îmhakirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Balafirên bêînsan ji herêmeke ku 50 kîlometre dûrî baregahan e bi bikaranîna teknolojîya navîgasyona modern hatine şandin. Di êrîşên ku hatin kirin de tiştek bi leşkerên Rûsyayê nehatiye û hêj ew kesên ku êrîşan li dar xistine nayê zanîn.”

Di xebera ku di 4ê Çileyê de di Rojnameya Rus Kommersantê hat weşandin de hat destnîşankirin di êrîşa bi hewan a di 31ê Kanûna 2017an de  li baregahê hatibû kirin de 2 leşker miribûn û zêdetirî 10 leşkeran jî birîndar bûbûn û 7 balafirên şer jî hatibûn hilweşandin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11107/rusya-bi-balafirn-bnsan-13-rs-li-baregahn-me-yn-li-sry-hat-kirin 


Ê Berê Ew ê ji malbatên feqîr re alîkarîya komirê bê kirin
Ê Li Pey Siyonîstan êrîşî axên Sûriyê kirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.