Lazime em ji bo Azraîl amadehiyan bikin

Lazime em ji bo Azraîl amadehiyan bikin

RİHA - Alîkarê Serokê Giştê yê HUDA PARê Mehmet Yavûz li Rihayê beşdarê bernameya partiya xwe ya bi navê ‘Dibistana Siyasetê’ bû û îfade kir ku lazime meriv ji bo edaletê qayim bikin cehd û xeyret bikin.

Ji teref Serokatiya Lêkolîn û Pêşvebirinê (AR-GE) ya HUDA PARê ve meh û nîvek berê ‘Dibistana Siyasetê’ hatibû destpêkirin. Îro bi rûniştina dawî bernameya ‘Dibistana Siyasetê’ bi dawî bû.

Bername bi xwendina Qur’ana pîroz hat destpêkirin. Dema Alîkarê Serokê Giştî û berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavûz derket ser sehnê ji teref ciwanan ve bi tekbîran hat pêşwazîkirin.

Yavûz, piştî nexweşiya giran derbas kir demekê tedawî dît. Yavûz destnîşan kir ku her diçe rewşa wî ber bi başiyê diçe û ji kesên diayên xwe ji wî kêm nekirine re malavahiya xwe anî ziman.

Yavûz di bernameya ‘Dibistana Siyasetê’ ya Rihayê de pêşkêşiyek kir ku kesên keda wan di bernameyê de heye re malavahiya xwe anî ziman û hêvî kir ku ev xebat bibin wesîleya xêrê.

Mehmet Yavûz di axaftina xwe de di serî de behsa cîhad û xeyretê kir û destnîşan kir ku ev têgih tenê nayê bi wateya herbê, ji bo meriv heq û edaletê hakim bike lazime meriv bi cehd û xeyretê bixebitin.

Yavûz, di destpêka axaftina xwe de îfade kir ku “Lazime meriv ji bo Azraîl amadehiyan bikin”û wiha got: “Ev hewleke birayên min. Ji bo em edaletê hakim bikin lazime em cehd û xeyret bikin, ji bo em doza Îslama ezîz û edaletê qayim bikin lazime em zaf micadele bikin.”

Yavûz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Binêrin! Ev milet diçe mizgeftê waz û nesîhet, dikevin înternetê waz û nesîhet, diçin ba xoce waz û nesîhet. Başe wê çaxê çima ev civak ewqas waz û nesîhetan guhdarî dike û tu pêşketin çênabe? Naxêr. Mixabin li dijî wê tiştin dibin. Hejmara sûcan zêde dibe. Berya niha 15-20 sal berê ewqas kamerayên MOBESEyê tinebûn. Niha ewqas wênekêşên MOBESEyê hen in, lazime sûc kêm bibe ne wisa? Lê belê sûc kêm nabin, bereksa vê ya her ku diçe sûc zêde dibe. Çima? Ev însan tiştekî din dixwazin. Tenê gotin, peyivandin tu tesîrê li gel nake. Hûn bibêjin ‘Partiya me baş e, dema em werin rêveberiyê emê edaletê tesîs bikin, emê bi bersûcan re micadele bikin’. Ev gotin li ser gel tu bandorê nake. Gel dixwazin tiştekê li pêş çavan bibîne. Diwazin wek parlamenterekî li meslîsê hûn vanan bikin. Gel dixwazin hûn wek serokê şaredariyakê çav bernede bêrîka wan, gel dixwaze bi wan pereyên ku ji bo gel ji navendê tên li ber çavên wanpê xizmet bê kirin û dixwazin vê yekê bibînin. ‘Yanî dibêjin partiyek wisa wê were û pera nexwe, ev ne mimkun e. Ji xwe siyaset wisa ye’. Gel bawer nake dê siyaset bi awakî din bê kirin. Lazime em di vî warî de bi gelên xwe bidin bawerkirin bê em quruşek perê wan nexwin û em ê bêqusur ji wan re xizmetê bikin.”

Yavûz, di berdewama axaftina xwe de van hedîsên Hz. Muhammed(s.x.l) “Hûn ji hîdayeta însanekî re bibin wesîle ev yek ji temamê axên ku roj li ser hiltê bi xêrtir e’,  di rîwayetek din de; ‘Ji dinya û tiştên tê de bixêrtir e’ di bîran xist  û wiha got: “Heger em piştgiriya vî gelî bigrin û serokê me yê şaredariyê çêbibe, wê serê sibê di nimêja sibê de li camiyê dest bi wezîfê bike, qedroya xwe li gor xwe çêke, piştî nivro heta saet 2-3 ya hewce bike wê ziyaretan qebûl neke û hewce bike wê gîzma xwe têxe nigê xwe û wê li temamê kolanên wê taxê bigere, temamê kêmasiyan ewê bi xwe û digel ekîba xwe tesbît bike û têxe bin qeydê û paşê bi baca gel û pereyên ku merkez ji şaredariyê re dişîne dê ji wan re xizmetê bike û dema gel vanan bi çavên xwe bibîne wê gelek tişt biguhere. Di heman wextê de serokê şaredariya me wê ciwanên ku di demên dawî de li Rihayê bûne mubtelayên tiryakê bi projeyên civakî wan tedawî bike û dînê Xweda ji wan re bibêje, ewê jî xwe ji nexweşiyan û exlaqên neqenc dûr bixin. Ger serokên me li ber çavên gel bibêjin me ew qas pere ji bo filan projeyê xerc kir, di her karên xwe de şefaf bin wê çaxê ew tiştê ketiye serê milêt ‘ev pera dixun’ wê ji holê rabe û ez bi Xwedê sond dixwûm û dibêjim di nava 5-10 salan de ev bajar dê bibe weka beheştê.”  

Yavûzê ku axaftina wî tim û tim bi tekbîran hat qutkirin piştî axaftina xwe bi partîvanan re sûret da girtin û bername bi dawî bû. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11113/lazime-em-ji-bo-azral-amadehiyan-bikin 


Ê Berê Siyonîstan êrîşî axên Sûriyê kirin
Ê Li Pey “Trûmp di nava çend hefteyande dibe ku bê pirsyarîkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.