Hamaney: Divê Trumpê ku hişê wî ne li serê wî ye zanibe ku ev yek dê bêbersiv nemîne

Hamaney: Divê Trumpê ku hişê wî ne li serê wî ye zanibe ku ev yek dê bêbersiv nemîne

Hamaneyê ku derbarê xwepêşanên li Îranê li dijî rejîmê hatin kirin de Amerîka sûcdar kir derbarê Trump de diyar kir “ Ew zilamê ku hişê wî ne li serê wî ye bila zanibe ev yek dê bêbersiv nemîne.”

Rêberê Înqilaba Îslamê yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney ji xwepêşanên ku li Îranê li dijî rejîmê hatin kirin de Amerîka û Îngilterê wek berpirsiyar nîşan da.

Hamaney di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir xwepêşanên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin ji derve ve dihatin organîzekirin û plana vê yekê jî ji teref Amerîka û siyonîstan ve hat kirin. Hamaney her wisa diyar kir xwepêşan ji teref dewletekî dewlemend a li Kendava Farsê ve hatine fînansekirin û Rêxistina Mucahîdên Xelkê jî wek taşeron hatiye bikaranîn.

Hamaney di berdewama daxuyanîya xwe de bi zimaneke tund birêvebîrya Amerîka û Serokê Amerîka Trump hedef girt û wisa got: “ Serokê wî welatî hişê wî ne li serê wî ye. di demeke nêz de li Amerîkayê dihat gotin ku di warê aqil de problemên wî hene. Me bi van hisîya. Em dixwazin ku him ew û him jî ew dijminên biyanî vê yekê bizanibin; ev hereketên bêeqil dê bêbersiv nemînin. Serê we li hadê ket, hûn dîsa teşebûs bikin hûn ê dîsa bi ser nekevin. We çend rojan zirar da Îranê. Amerîkayî dibêjin hişê vî zilamî ne li serê wî ye, divê ev zilma vê yekê bizanibe ku ew ê leystikên wî bê bersiv nemîne.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11135/hamaney-div-trump-ku-his-w-ne-li-ser-w-ye-zanibe-ku-ev-yek-d-bbersiv-nemne 


Ê Berê Bi zorê goştê berazan didin xwendekarên Misliman
Ê Li Pey Namzedê nîjadperest: Em mizgeftan bişewitînin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.