Namzedê nîjadperest: Em mizgeftan bişewitînin

Namzedê nîjadperest: Em mizgeftan bişewitînin

Li Hollandayê Henk van Deunê namzedê endamê Meclîsa Şaredarîya Utrecht di bergeha sozdayîna hilbijartinê de destnîşan kir divê camî bên şewitandin.

Ew ê di 21ê Adarê de li Hollandayê hilbijartinên şaredarîyê bên kirin. Henk van Deunê namzedê endamê Meclîsa Şaredarîya Utrecht yê Partîya Azadîyê ya Geert Wîlders di bergeha sozdayîna hilbijartinê de destnîşan kir weke temamê mizgeftên li welat divê camîya mezin jî  bê ‘xerakirin û şewitandin.’

Deunê ku diyar kir ew li Hollandayê li dijî camîyan e û wisa got: “Em dixwazin ku camî bên xerakirin û şewitandin, em Îslamê wek dînekî nabînin û li Hollandayê jî naxwazin.”

Namzedê nîjadperest îddî kir ku mela li camîyan axavtinên ku di nav de nefret  hene dikin û camî jî nîzama raya giştî xera dikin ku divê camî ji ber vê yekê bên girtin.

Li Hollandayê her wisa ji teref  Partîya Demokrat a Xiristîyan ve ji parlementoyê re pêşnîyazname hat dayîn da ku ew alîkarîya pereyan a ku ji derveyî welat ji camîyan re tê dayîn bê sînorkirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11138/namzed-njadperest-em-mizgeftan-bisewitnin 


Ê Berê Hamaney: Divê Trumpê ku hişê wî ne li serê wî ye zanibe ku ev yek dê bêbersiv nemîne
Ê Li Pey “Kengî em ji rêya edaletê veqetîyabin em zeîf bûne”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.