Li Tûnûsê protesto dewam dikin

Li Tûnûsê protesto dewam dikin

Li Tûnûsê xelkê ji bo zêdekirina bihayan protesto bikin xwepêşan lidarxistibûn û ew xwepêşan di demeke kurt de li gelek bajaran belav bû û hê jî berdewam dike.

Hukumeta Dewleta Bakûrê Efrîqa Tûnûs ji bo kêmasîya budçeyê bigre di sala 2018an de gelek tedbîrên aborîyê girt.

Zemên nû yên ku li Tûnûsa nifûsa wê 10 mîlyone hat kirin li gelek bajaran hat protestokirin.

Di navbera çalakvan û polêsan de dem bi bem pevçûn derdikeve.

Wezareta Karûbarên Hundir ya Tûnûsê diyar kir ku di van 3 rojên ku protesto dewam dikin de ji 250 çalakvanî zêdetir kes hatine binçavkirin.

Li hêla din di çalakiyan de herî hindik 50 polês birîndar bûne û bi dehan wesaîtên gel hatine şewitandin.

Çalakvan dixwazin hikumet ji bo kar ji wan re çavkanîyan çêbikin û bihayê hatiye zêdekirin paşve bê kişandin.

7 sal berê di van rojan de li Tûnûsê înqilab haitibû kirin. Dihat hêvîkirin ku ew înqilaba ji aborî û jiyana biha re bibe çareserî. Niha gel bi sedem bêkarî û behatîyê gelê Tûnûsê dîsa li kolanan dest bi protestoyan kirin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11153/li-tns-protesto-dewam-dikin 


Ê Berê Divê Amerîka êdî piştgirîyê nede PYDyê
Ê Li Pey Li Êlihê teleba “Otobusa Pembe”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.