‘Îdîaya tacîzê’ xelkê taxê rakir ser pîya

‘Îdîaya tacîzê’ xelkê taxê rakir ser pîya

DIYARBEKIR - Li Diyarbekirê li ser îdîayên şexsekî wêne û vîdyoyên jin û qîzan kişandiye û ew tacîz kiriye xelkê taxî rakir ser pîya.

Li navçeya navend ya Kayapinara Diyarbekirê li ser îdîayên şexsekî wêne û vîdyoyên jin û qîzan kişandîye xelkê taxê rakir ser pîya û şexs ji teref gel ve hat derbkirin.

Bûyer do di saetên êvarê de derdora 17.40 deqî de li Taxa Hizûrevlerî li ser Rêya Sitki Gorualê di Kolana 12emîn de qewimî. Li gor îdîayan gûmanbar S.Y. bi têlefonê wêne û vîdyoyên jin û qîzan dikşan û welatî ji vê yekî hayîdar bûn.  

Xelkê takê bertek nîşanî vê dekê dan û li gor tê gortin S.Y yê ku dermanfiroş ji teref welatîyan ve hatiye derbkirin.

Welatîyan îdîa kir ku gûmanbarê li nifûsa Malarzgîrta Mûşê qeyd kirîye  bi têlefonê wêne û vîdyoyên jin û qîzan dikşand û gotin “me ew bi çavên xwe dîtîye”.

S.Y ji welatîyan lêborîn xwest o got “Ez tobe dikim, ez carek din tiştekî wisa nakirê”. Piştî polês ji bûyerê hayîdar bûn hatin ciyê bûyerê û kesê gûmanbar ji teref polêsan ve ji destê welatin hat xelaskirin.

Gûmanbarê ji bo îfade yê birin qereqolê pîştî miamele yên wî serbest hat berdan. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11175/daya-tacz-xelk-tax-rakir-ser-pya 


Ê Berê “Ji sîyonîstên îşxalker re bertek”
Ê Li Pey Xelkê Diyarbekirê ji şaredarîyê daxwaza “Otobusên Pembe” dikin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.