Kerwana Umûdê li Srî Lankayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir

Kerwana Umûdê li Srî Lankayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir

Weqfa Kerwana Umûdê li Srî Lanka û Ugandaya welatê Afrîkayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Weqfa Kerwana Umûdê ya ku bi xebatên alîkarîyê tê naskirin û ji roja ku hatiye damezrandin heta îro ji bi hezaran kesan re alîkarîyê dike vêcarê jî li derveyî welêt  li Srî Lanka û Ugandaya welatê Afrîkayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Mehmet Nurullah Gunaydinê Sekreterê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin de raya giştî agahdar kir û wiha got: “ Me li gundê bi navê Amûrîyeya Ugandaya Afrîkayê ji kesên feqîr û hewcedar re alîkar kir.”

Gunaydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin û diyar kir kesên ku dixwazin alîkarîyê bikin dikarin ji nimreya 0 212 562 34 72 li wan bigerin an jî ji ser malpera www.umutkervani.org.tr bexşê bikin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11256/kerwana-umd-li-sr-lankay-ji-kesn-feqr-jar-re-alkar-kir 


Ê Berê “Meseleya Efrînê ne meseleyeke ji rêzê ye”
Ê Li Pey “Hûn gav bi gav tên taqîbkirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.