Li Kirikhanê êrîşa moşekî: kesek mirî 2 kes birîndar

Li Kirikhanê êrîşa moşekî: kesek mirî 2 kes birîndar

Li Kirikhana Navçeya Hetayê ya ku li ser sînorê Sûryeyê ye ji devera Efrînê ji teref PKKyî yan ve êrîşek moşekî hat rastkirin di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Li Kirikhana Navçeya Hetayê ya ku li ser sînorê Sûryeyê ji devera Efrînê êrîşek moşekî hat rastkirin. Di êrîşa ji teref PKKê ve hat rastkirin de kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên hatin wergirtin di êrîşa moşekî ya ku ji devera Efrînê ji teref PKK ve hat kirin de karkerekî ji bo jeneretorê xirabûbû çêbike di êrîşê de jîyana xwe ji dest da. Kerkerê ku di Şîrketa Toroslar ya Ceyranê de (Toroslar EDAŞ) di xebitî û bavê 2 zaroka bû Şahîn Elîtaşê 30 salî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku di heman êrîşê de 2 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA) 



: http://ku.ilkha.com/haber/11268/li-kirikhan-rsa-mosek-kesek-mir-2-kes-birndar 


Ê Berê Kongreya Asayî ya HUDA PARê hat tertîpkirin
Ê Li Pey Di Harekata Çiqlê Zeytûnê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.