Trump: Guantanamo dê vekirî bimîne

Trump: Guantanamo dê vekirî bimîne

Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump bo Kampa Êsîran a Guantanamo vekirî bimîne qerarname îmze kir.

Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîkayê piştî axavtina xwe ya ewil a denglêkirina netewê re qerarnameya serokatîyê ya ku tê de tê xwestin Kampa Êsîran a Guantanamo vekirî bimîne îmze kir.

Trumpê ku qerarnamê îmze kir derbarê mijarê de diyar kir ew sozeke din a ku di dema kampanyaya hilbijartinê de dabû bi cî anîye. Trump di berdewama axavtina xwe de bo wan êsîrên ku ji welatên Îslamê hatine anîn got “Ew kesên ku di kampê de dimînin sûcdarên ji rêzê nîn in, ew şervanên dijmin in. Dema ku ev kes li derveyî welêt hatin girtin divê li wan muameleya terorîstan bê kirin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11363/trump-guantanamo-d-vekir-bimne 


Ê Berê Civîna bajêra Qudsê ya ku ji teref wehyê ve hatiye pîrozkirin bi dawî bû
Ê Li Pey Di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî ‘feqîrê avê’

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.