Walîyê Diyarbekir: ‘Mesûlên PKKê yê eyaleta Amedê û yê deverê ’ hatin kuştin

Walîyê Diyarbekir: ‘Mesûlên PKKê yê eyaleta Amedê û yê deverê ’ hatin kuştin

Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû, derbarê operasyona li Licê hat rastkirin û tê de 4 PKKyî hat kuştin de agahî da û îfade kir ku 4 PKKyî yên hatin kuştin jê 2 kes di listeya şîn ya lê dihat gerîn û yek jî qaşo “Berpirsyarê Eyaleta Amedê” bû.

Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû, derbarê operasyona di saetên êvarî de li Lice yê hat rastkirin û 4 PKKyî hat kuştin de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û bi mensûbê medyayê re agahî parve kir.

Walî Guzeloglû di daxuyanîya çapemenîyê de wiha got: “Li gundikê Çalibukuya gundê Derneka Liceyê li ser îxbareke ji serfermandarîya cendermeyên bajêr hat kirin de ji saet 19.30an pê de binavê yekîtîya taybet (özel birlik) operasyon hat destpêkirin. Di derdora saet 20.28an de terorîstên ji cîyê ku lê xwe veşartibûn derketin û bi wesaîta bi plaqa 21 AP 476 revîyan. Lê belê terorîstên revîyan ji teref tîmên hereketa taybet ya cendermeyan ve li ser rêbeja Diyarberir-Çewligê di kîlometreya 76an de bi terorîstan re temast hat girtin û pevçûn derket di encama pevçûnê de qaşo yek jê “Berpirsyarê Eyaletê Amedê” yê rêxistina terorê ya dabeşker Mûrat Uçer û qaşo berpirsyarê deverê Velî Taşkiran û bi tevahî 4 terorîstên PKKyî hatin kuştin. Li ser terorîstan tivingek M 16, 2 cercûr, 2 keleşkof, 2 bombeyên destan, 5 cercûrên M 16yê yên dagirtî, 5 cercûrên keleşkofê yên dagirtî, demançeyek û gelek belgeyên rêxistînî hatin bidestxistin. Di berdewama operasyonê de heta niha 7 pîrek û 6 jî mêr hatine pinçavkirin.” 

Plangerê sûîqesta Qaymeqam Safîturk bû.

Walî Guzeloglû, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku Mûrat Uçer, plangêrê sûîqesta di sala 2016an de ya ku li Qeymeqamê Dêrêka Navçeya Mêrdîn Mûhammed Fatîh Safîturk hat kirin bû û plangerê gelek sûîqestan bû.

Li hêladin Walî Guzeloglû, îfade kir ku Mûrat Uçer faîlê gelek êrîş û sûîqesta ye û wiha got: “Di 11 Cotmeha 2011an de bi sûîqestekê şehîd kirina serokê AK Partîyê yê Dîcleyê Deryan Aktert. Emirkirina êrîşa di sala 2016an de ya ku li Xerpetê hat rastkirin de û me 3 şehîd da. Talîmatdayîna êrîşên li Diyarbekirê hat rastkirin û gelek êrîşên li deverê hat kirin bi emrê Mûrat Uçer dihatin kirin. (ÎLKHA)


Ê Berê TSK ji xelkê Efrînê re bi 3 zimanan peyam şand
Ê Li Pey Derbarê “wextê leşkerîyê” de daxuyanî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.