“Helbet roja mehşerê em ê hesabê ji hev bipirsin”

“Helbet roja mehşerê em ê hesabê ji hev bipirsin”

Di meha Sibatê de gelek alimên ku ji civaka Îslamî re xizmet dikirin û bi jiyan û tekoşîna xwe ji gel re mînak û rêber bûn hatine şehîdkirin. Dema ku dîrok vê rojê dida nîşandan Atif Xoceyê Îskîlîpî giha refîqê ala.

Di meha Sibatê ya ku wek ‘Meha Şehîdan’ hatiye navandin de dema ku dîrok vê rojê dida nîşandan Atif Xoceyê Îskîlîpî ji ber tekoşîn û jiyana xwe ya Îslamî bê hincet û binasî hat îdamkirin. Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê wiha diyar kir: “Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin.”

Atif Xoceyê Îskîlîpî yê ku di dîroka Tirkiyê de xwedî kesayetekî Îslamî bû dema ku serî li ber pergala Kemalîst netewand hat îdamkirin. Atif Xoce di salvegera şehadeta xwe ya sala 91emîn de tê bibîranîn.

Atif Xoce di tevahiya jiyana xwe de ji bo xizmeta Îslamî bi ilmê re eleqeder bûye û ji bo ku di derbarê Îslamê de gel agahdar bike pirr hewl dabû. Atif Xoce di sala 1875an de li navçeya Bayata Afyonkarahîsarê di gundê Tuyhaneyê hat dinê. Di Medresa Fatîh de mideristî kir. Xoceyê ku perwerdehiya xwe di Zanîngeha Daru'l-Funûnê domand ji beşa Îlahiyatê mezûn bû.

Xoce di vê pêvajoyê de kêmasiyên medrese û miderisan wek rapor amade kir. Kesên ku ji raporê aciz bûn giliya wî kirin. Atif Xoce ji teref Şêx’ul Îslam Mehmet Cemalettîn Efendî ve surgunê Bodrumê û dûvre jî Kirimê hat kirin. Piştî ku cezaya wî qediya vegeriya Stenbol.

Dûvre di kovarên bi navê Beyan’ul Hak û Sebîlurreşad de maqale nivîsand. Atifê Xoceyê ku bûbû hedefa kesên Îttîhadê diparêzin di 31ê Adarê de ji ber nivîsekî ya ku di kovarê de nivîsîbû hat girtin. Lê ji ber ku bê sûc bû hat berdan.

Atif Xoce di heyamê de alimekî pir mezin bû. Xoce bal dikişand ku hewesa Xerbê pirr çewt e. Xoce Atif pirtûkekî bi navê ‘Frenk Mukallîtlîgî ve Şapka’ weşand. Xoce di pirtûka ku ji 32 rûpelan pêk dihat de hewesa Xerbê rexne dikir.

Ev pirtûk sal û nîv beriya Qanûna Şewqê ya ku di 1ê Mijdara sala 1925an de hatibû pejirandin hatibû weşandin. Atif Xoce diyar dikir ku mirovê ji aliyê fen û zanistê ve gor Xerbê biçe pirsgirêk nîne. Heke mirov di derbarê cil û bergê de gir wan biçe ev çewtiyeke mezin e.

Xoce bal dikişand ku wergirtina cil û bergên wekê Xerbê gor çanda Îslamî nîne. Dûvre hedîsa Pêxember (as) a ‘Kesên ku hewl bibin bişibihin qewmekî ew jî ji wî qewmê ne’ wek çavkanî vê hikmê dabû. Piştî ku Qanûna Şewqê derket 5 hezar husxe ji vê pirtûkê hatibû weşandin û di heman salê de hemî hatibûn firotin. Dûvre ji ber Qnûna Şewqê gelek kes van nûsxeyên di destên xwe de mecbûr man îmha kirin.

Pîştî ku qanûn derket Xoce beriya herkesî di 19ê Berfanbara 1925an de bi binasiya ku ji Qanûna Şewqê mixalefetî kiriye wek girtî wî sewqê Enqerê kirin û di Mehkemeyên Îstîklalê ya Enqerê de dest bi darizandina wî hat kirin.

 Dûvre Atif Xoceyê ku ji teref Mehkemeyên Îstîklalê ve cezaya îdamê jê re hat dayîn di 4ê Sibata 1925an de hat îdamkirin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11416/helbet-roja-mehser-em-hesab-ji-hev-bipirsin 


Ê Berê Ji Amerîkayê ku Henîyye xist “lîsteya terorê” re bertek hat nîşandan
Ê Li Pey Bekîr Bozdag: Ew leşkerên Amerîka yên ku li ser wan cil û bergên YPGê hene hedef in

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.