Li dinyayê herî kêm li 100 bajêran problema ava vexwarinê heye

Li dinyayê herî kêm li 100 bajêran problema ava vexwarinê heye

Pîspor destnîşan kirin Stenbol jî di nav de herî kêm 100 bajêr bi xelaya ava vexwarinê re rû bi rû ne.

Cape Townê bajêra Afrîkaya Başûr bajêra ewil e ku di demsala modern de ava wê ya vexwarinê xelas bûye, pîspor destnîşan kirin Stenbol jî di nav de herî kêm 100 bajêr bi xelaya ava vexwarinê re rû bi rû ne.

Digel ku ji sedî 70yê dinyayê av be jî bes ji sedî 3yê vê avê ya vexwarinê ye.

Li dinyayê zêdetirî milyarek însanan nikarin ava vexwarinê peyde bikin û nêzî 3 milyar însanan jî di warê peydekirina ava vexwarinê de zehmetîyê dikşînin.

Di lêkolîna ku li 500 bajarên herî mezin ên dinyayê hatin kirin de hat tespîtkirin  çarîyekê van bajêran bi mişkîleya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve bi navê “stresa avê” tê binavkirin re rûbirû ne.

Ev mişkîle herî zêde tesîra xwe li Cape Townê bajêra Afrîkaya Başûr nîşan dide. Lewra li bajêr kahnîyên ava paqij tev çikîyane.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11485/li-dinyay-her-km-li-100-bajran-problema-ava-vexwarin-heye 


Ê Berê Amerîka êrîşî hêzên rejîma Esed kir: Zêdetirî 100 kesan mirin
Ê Li Pey Qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de îro dê bê protestokirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.