Ew ê paketên cixarê rengek û bê reklam bin

Ew ê paketên cixarê rengek û bê reklam bin

Wezîrê Tenduristîyê Ahmet Demîrcan destnîşan kir ew ê paketên cixarê rengek û bê reklam bin.

Ahmet Demîrcanê Wezîrê Tenduristîyê di Civîna Nirxandina sala 2018an a ku li Entalyayêê hat kirin de derbarê paketên cixareyan de diyar kir ew ê sepaneke nû bê anîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cixare bo tenduristîya însan û civakê bi zirar e û tehdît e. Tu feydeya cixarê tuneye. Divê  milletê me ji vê zirarê demildest xelas bibe. Em wan sepan û verastkirinên ku di vî warî de tên kirin dişopînin. Ew ê digel sepanên nû li ser paketan reklam tunebûn û dê rengên wan wek hev bin.”

Demîrcan di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dixwazin dev ji cixarê berdin dikarin li nimreya 172an bigerin, ew ê her cûr destek û alîkarî ji wan re bê kirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11495/ew-paketn-cixar-rengek-b-reklam-bin 


Ê Berê Balafirên şer navenda Efrînê bombebaran kirin
Ê Li Pey Di 78 salîya xwe de gihaşt xeyala xwe ya xwendina Qur’anê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.