“Mislimanên Araqanî bê sûc û guneh tên qetilkirin”

“Mislimanên Araqanî bê sûc û guneh tên qetilkirin”

Ajansa nûçeyan ya Reûrtersê derbarê qetilkirina Mislimanên li Myanmarê ji teref leşkeran vê bê sûc û guneh tên qetilkirin de dawuyanîyek belav kir.

Ajansa nûçeyan ya Reûrtersê derbarê qetilkirina Mislimanên dewleta Başûre rojhilatê Asyayê ya Araqanê de hûrgiliyên raporekê eşkere kir. Wekî ku tê zanîn li eyaleta dewleta Miyanmarê Araqanê Mislimanê Ronîngyayê ji teref çeteyên leşker û gundîyên Bûdîst ve bê sûc û gune tên qetilkirin.

Ajansê destnîşan kir ku 2 rojnamevanên ku di vî warî de lêkolîn dikirin hatine girtin û xistine zîndanê. Ajansê îfade kir ku 2 nuçegîhanên bi navê Wa Lone û Kyaw Seo Oo sala berê ji ber qetilkirina 10 Mislimanê Araqanî derxistibûn holê hatine girtin.

Ajansê diyar kir ku ji wan 10 kesên hatin qetilkirin jê du kes ji teref gundiyên Bûdîst ve bi şûr û dasan bi awakî wehşîyane hatin qetilkirin û yên din jî ji teref artêşê ve hatin qetilkirin.

Li eyaleta Araqanê bi hezaran Misliman bê sûc û gune tên qetilkirin

Li deverê girtina agahîyan ji teref karbedestan ve hatîye qedexekirin. Li hêla din di sala borî de li eyaleta Araqanê bi hezaran Misliman bê sûc û gune hetin înfazkirin.

Artêş, îfade dike ku li eyaleta Araqanê li dijî milîtanan herbê dike lê belê komên mafên însanan îfade dikin ku hi hezaran Mislimanên Araqanî bê darizandin tên qetilkirin.

Di vê navberê de Mislimanên Araqanî yên ji ber qetlîamên Myanmarê reviyane û li Bangladeşê bûnin penamber û li welatên xwe bi salane zehmetîya xidayê dikşînin.

Saziyên Sivîl yên ku li Bagledeşê li dehan qampên penamberan vekolîn kirin îfade dikin ku hatîye tesbîtkirin ku bi taybetî zarok di bin ne besîya xidayê de dimînin. Tê îfade kirin ku ji ber zilm û zextê bi salane Mislimanên Araqanî ji gundên xwe û hin kes jî nikarîbûn ji mala xwe derketana.

Artêşa Myanmarê Mislimanên Rohîngyayê bi awakî sîstematîk mahkûmî birçîbûnê dike

Li gor daneyên hatine spandin Rêxistina Navneteweyî ya Efê artêşa Myanmarê Mislimanên Rohîngyayî bi awakî sîstematîk mahkûmî birçîbûnê dike. 

Di raporê de hat îfadekirin ku artêşa Myanmarê destûrê nade Mislimanên Araqanî herin çiltûka xwe biçinin û alîkara Saziyên Sivîl ji bo mexdûran dişîne ji teref artêşa Myanmarê ve tên qedexekirin.

Ji 25 Tebaxa 2017an heta niha Mislimanên ji Myanmarê revîyane Araqanê hejmara wan gîhaye 700 hezarî. Di êrîşên artêşa Myanmar û çeteyên Bûdîst de heta niha çend Misliman hatîye qetîlkirin hê jî nehatîye tesbîtkirin. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11504/mislimann-araqan-b-sc-guneh-tn-qetilkirin 


Ê Berê Li Misirê berîya hilbijartina serokomartîyê operasyon
Ê Li Pey Hejmara leşkerên ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dan bû 11

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.