Libnan dê gilîyê siyonîstan ji Neteweyên Yekbûyî re bike

Libnan dê gilîyê siyonîstan ji Neteweyên Yekbûyî re bike

Libnan ew ê siyonîstên ku sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kiriye ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re gilî bike.

Siyonîstên îşxalker di êrîşên asimanî yên ku li Sûrîyê kirin de sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kirin. Di daxuyanîya ku ji Serokomartîya Libnanê ve hatiye dayîn de derbarê vê mijarê de hat destnîşankirin ew ê Libnan gilîyê siyonîstên ku sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kirine ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Libnanê ve hatiye belavkirin de jî derbarê mijarê de hat diyarkirin ew îhlalên ku hatine kirin tên şermezarkirin  û fealîyetên Tel Avîvê bo herêmê tehdîd in. Di daxuyanîyê de her wisa bang li welatên herêmê hat kirin û hat xwestin ku fealîyet û êrîşên siyonîstan bên astengkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin çeteya terorê ya siyonîst heta îro zêdetirî 11 hezar caran sehaya asimanî ya Libnanê îhlal kiriye û vê yekê jî didomîne.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11517/libnan-d-gily-siyonstan-ji-neteweyn-yekby-re-bike 


Ê Berê Cemîl Tekelî hat serbestberdan
Ê Li Pey Canîklî: Çekên ku di 15ê Tîrmehê de winda bûbûn tên lêgerîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.