Neteweyên Yekbûyî: Di heftîyekê de zêdetirî 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Neteweyên Yekbûyî: Di heftîyekê de zêdetirî 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Li gor daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belavkirin di êrîşên ku heftîya borî ji teref Rûsya û Sûrîyê ve li Sûrîyê hatin kirin de zêdetirî 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Zeyd Raad el-Huseynîyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî  di êrîşên ku heftîya borî ji teref Sûrî û Rûsyayê ve li herêmên ku di destên muxalifan de ne hatine kirin de zêdetirî 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Huseyîn di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di 4ê Sibatê de li gundika bi navê Serakîba Îdlîbê xaza klorê hatiye bikaranîn û di vî warî de ji wan re gelek zêde belge û vîdyo hatine şandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rewşa li Sûrî feryad û fîxan dike da ku bê birin Mahkemeya Cezayê ya Navneteweyî.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11520/neteweyn-yekby-di-heftyek-de-zdetir-230-kesn-siwl-jiyana-xwe-ji-dest-dan 


Ê Berê Canîklî: Çekên ku di 15ê Tîrmehê de winda bûbûn tên lêgerîn
Ê Li Pey Balafira rêwîyan a Rûsyayê li Moskovayê ket

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.