Trump: Karê min a herî baş Quds e! - Kelhaamed

Trump: Karê min a herî baş Quds e!

Trump: Karê min a herî baş Quds e!

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ew qerara welatê wî ya Qudsê wek paytexta siyonîstan naskirin teqez e û ne mimkûn e ku ev qerar bê gotûbêjkirin.

Trump ku daxuyanî da rojnameyeke siyonîst. Trump pirsa “bîranîna we ya ku di sala ewil a serokatîya we de nayê jibîrkirin çi ye “ ya ku jê hat pirsîn wisa bersivand “Bi ya min bîranîna min a herî xweş Quds e. Qudsê wek paytaxta we ya xweşik naskirin pir muhîm bû. Ez qet poşman nebûm. Min Qudsê ji masaya gotûbêjê rakir û min nîşan da ku paytexta îsraîl e û ne mimkûn e ku ev mijar êdî bê muzakerekirin.”

Trump di mulaqata da rojnamê de her wisa derbarê pêwendîyên navbera siyonîstan û Welatên Kendavê de jî wisa got: “Pêwendî ji berê baştir in. Ev welat li hember qerara min a Qudsê rêzdar û bi hûrmet in.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11523/kar-min-a-her-bas-quds-e 


Ê Berê Balafira rêwîyan a Rûsyayê li Moskovayê ket
Ê Li Pey Hewadîsên aqilavêtin û întîharê bo civakê tehdîd in

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.