Serokwezîr Yildirim bi Çîpras re axivî - Kelhaamed

Serokwezîr Yildirim bi Çîpras re axivî

Serokwezîr Yildirim bi Çîpras re axivî

Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras re derbarê Zinarên Kardakê yên ku di navbera her du welatan de bûbû sedema rageşîyê de hevdîtin kir.

Hat ragihandin Serokwezîr Bînalî Yildirim ji ser telefonê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras re derbarê Zinarên Kardakê yên ku di navbera her du welatan de bûbû sedema rageşîyê de hevdîtin  kir.

Di agahdarîya ku ji teref Serokwezîrtîyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di hevdîtina ku hat kirin de acizî û dilnexweşîya di warê rageşîyên ku di Behra Spî diqewin de hat anî zimên û hat diyarkirin ji Yewnanistanê hatiye xwestin ku bila tedbîrên ku dê rageşîyê dabixe bên standin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di hevdîtinê qerar hatiye dayîn ku rayedarên leşkerî yên paye bilind ên her du terefan werin bal hav.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11558/serokwezr-yildirim-bi-cpras-re-axiv 


Ê Berê “Digel lewha me ya bacê hebû jî dikan nedan me”
Ê Li Pey NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.