NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike - Kelhaamed

NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike

NATO: Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg derbarê operasyona Efrînê de diyar kir “ Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê çareser bike.”

Jean Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di civîna çapemenîyê ya ku li qerargaha NATOyê ya li Brukselê li dar xist de derbarê operasyona Efrînê de destnîşan kir Trikîye heftîya borî derbarê mijarê de NATOyê agahdar kiriye û dû re wiha got: “Tu welatên ku endamên NATOyê ne bi qasî Tirkîyê marûzî êrîşên terorê nebû. Tirkîye heqdar e ku fikarên xwe yên ewlehîyê  çareser bike.”

Ew ê îro Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê bê tertîpkirin û ew ê Wezîrê Parastinê Nureddîn Canîklî wek temsîlkarê Tirkîyê beşdarî civînê bibe. Canîklî ew ê di hevdîtina ku bê kirin de bi mewkîdaşê xwe yê Amerîkayî James Mattîs û bi Stoltenberg re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11556/nato-tirkye-heqdar-e-ku-fikarn-xwe-yn-ewlehy-careser-bike 


Ê Berê Serokwezîr Yildirim bi Çîpras re axivî
Ê Li Pey Li 176 gund û gundikên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.