Niştina Ahed Tamîmî hat taloqkirin - Kelhaamed

Niştina Ahed Tamîmî hat taloqkirin

Niştina Ahed Tamîmî hat taloqkirin

Niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin cardin hat taloqkirin.

Hat ragihandin niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin cardin hat taloqkirin. Ahed Tamîm şeqama ku avêtibû leşkerê çeteyê terorîst ê siyonîst hat naskirin.

 Ahed Tamîmîya 17 salî bi 12 sûcên ji hev cûda tê sûcdarkirin. Niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin taloqî 11ê Adarê hat kirin.

Gaby Laskyê parêzerê Tamîmî derbarê niştinê de diyar kir “Dizanin ku doza vê qîza ku bêsûc û belesebeb ji teref mehkemeya leşkerî ve tê darizandin gelekî zêde balan dikşîne li ser xwe. Ji ber vê yekê nahêlin ku endamên çapemenîyê têkevin salona niştinê. Ji ber ku ew jî dizanin ew heqên Tamîmî îhlal dikin hewil didin vê yekê ji hemû kesî veşêrin û vê dozê di pişta wan derîyên girtî de bi dawî bikin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11564/nistina-ahed-tamm-hat-taloqkirin 


Ê Berê Li 176 gund û gundikên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin
Ê Li Pey Li Swêdê ji hoporlorê xwendina azana şerîf qedexe ye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.