Tirkîye wê ji bo îmarkirina Iraqê 5 mîlyar dolar kredî bide - Kelhaamed

Tirkîye wê ji bo îmarkirina Iraqê 5 mîlyar dolar kredî bide

Tirkîye wê ji bo îmarkirina Iraqê 5 mîlyar dolar kredî bide

Wezîrê Karûbarên Dervê yê Tirkîye Mevlût Çavûşoglû destnîşan kir ku Tirkîye dê ji bo îmarkirina Iraqê 5 mîlyar dolar kredî bide.

Piştî herba navzweyî û îşxala bi salan dewam kir ji ber pevçûn û êrîşan Iraq hilweşîya. Hikumeta Iraqê ji bo Iraqê ji nû vê îmar bike îfade kiribû ku pêwistî bi 88 mîlyon dolar yeye. Di vê çarçoveyê de li “Kuveytê konferansa navneteweyî ya ji nû ve îmarkirina Iraqê hat tertîbkirin”.  

Wezîrê Karûbarên Dervê yê Tirkîye Mevlût Çavûşoglû, beşdarî konferansê bû û li ser hesabê xwe yê Twîtter ê daxuyanî da ku wê Tirkîye ji bo ji nû ve îmarkirina Iraqê wê 5 mîlyar dolar kredîyê dide wan û îfade kir ku emê ji bo alîkarîya cîran û dostê xwe yê emîn emê li cem birayên xwe yên Iraqî bin.

Çavûşoglû, berya ji Kûweytê biçe di warê konferansê de ji rojnamevanan re daxuyanî da û wiha got: “Me ji sala 2014an pê de li Iraqê derdora 500 milyon dolar alîkarîya mirovahî kirîye. Firmayên me jî bi bihayê 25 milyon dolar proje li Iraqê saz kirine. Me di vê pêvajoyê de bi alîkarîya fîrmayên xwe bi bihayê 5 mîlyardolar qeredî jo bo îmarkirina Iraqê veqetandîye.”

Musteşarê Wezareta Parlamentoya Iraqê Kûzey Abdulfettah berya niha îfade kiribû ku, ji bo îmarkirina Iraqê ji nû ve di serî de pêwistî bi 22 mîlyon dolar heye û di asta dudan de jî bi tayberî di warê avakirina avahîyan de pêwistî bi 65 mîlyon dolar heye.

Di bombebarandinên kûalîsyona Emerîka pêkêşîya wê dikşan de temamê avahîyên Mûsûlê xisar dît û bû wek bajarekî jiyana tê de ne mimkun e. Tênê li devera Mûsûlê ya dîrokî 11 hezar 500 mal hilweşîyan û 35 hezar mal jî xisarên mezin dîtin. Abdulfettah di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di êrîşên ji teref kulalîsyona Emerîka pêşevanîya wê dikir de bi hezaran cesedên gelê Misûlê di bin molozan de man. Dîsa di heman wextên de li Fellûce yê nêzîkî 40 hezar malî bi temamî hilweşîyan û bûn xirabe.  (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11568/tirkye-w-ji-bo-markirina-iraq-5-mlyar-dolar-kred-bide 


Ê Berê Tîllerson: Niha yekîneyên me berê xwe dan Efrînê
Ê Li Pey “Bila qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên îptalkirin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.