Serokwezîr Yildirim diçe Elmanya yê - Kelhaamed

Serokwezîr Yildirim diçe Elmanya yê

Serokwezîr Yildirim diçe Elmanya yê

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo beşdarî bernameya Konferansa Navneteweyî ya Ewlehîyê ya Munîhê ya 54emîn tê tertîbkirin bibe wê biçe Elmanya yê.

Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Derve de hat kirin de, wê îsal Konferansa Navneteweyî ya Ewlehîyê ya Munîhê ya 54emîn wê di nava 16-18dê Sibatê de bê tertîbkirin.

Di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyana: “Konferansa ku Serokwezîrê me Birêz Bînalî Yildirim û Wezîr Birêz Mevlût Çavûşoglû wek axaftvan hatine dawetkirin. Konferansa îsal ji bo dewleta me û bûyerên li herêma rojhilatanavîn zaf girînge. Di konferansê de wê bi gelemperî li ser micadela li dijî terorê, NATO, têkiliyên transatlantîk, parastina Ewrûpa, koçberî, ewlehîya sîberê û ewlehîya enerjîyê wê di mijarên navneteweyî bên rojevê û bê nirxandin.”

Di dawîya beyanatê de hat îfade kirin ku bi vê wesîleyê Çavûşoglûyê bi hevmeqmên xwe re hevdîtinên du alî bike. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11570/serokwezr-yildirim-dice-elmanya-y 


Ê Berê “Bila qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên îptalkirin”
Ê Li Pey Li 176 gund û gundikên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat rakirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.