Gelo agirbesta li Sûrîyê bo Efrînê jî derbasdar e?

Gelo agirbesta li Sûrîyê bo Efrînê jî derbasdar e?

Beşar Caferê Temsîlkarê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyê destnîşan kir qerara agirbestê divê bo Efrînê jî derbasdar be.

Piştî dengdayîna ku li Neteweyên Yekbûyî hat kirin re nîqaşa gelo ew ê agirbest bo Efrînê jî derbasdar be ya na dest pê kir. Beşar Caferê Temsîlkarê  Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyê destnîşan kir qerara agirbestê divê bo Efrînê jî derbasdar be. Cafer her wisa diyar kir Sûrîye di bin îşxala hêzên koalîsyomê, îsraîl û Tirkîyê de ye.

Piştî dengdayînê  temsîlkarên daîmî yên Rûsya, Kuweyt destnîşan kirin divê agirbest bo Efrînê jî derbasdar be.

Lê belê rayedarên Tirkîyê destnîşan kirin Tirkîyê ne ew terefê ku şer dike ye  û operasyona Efrînê li dijî terorê tê kirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11688/gelo-agirbesta-li-sry-bo-efrn-j-derbasdar-e 


Ê Berê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê agirbesta 30 rojane stand
Ê Li Pey Wezareta Karên Derve: Em ji ber qerara agirbestê kêfxweş in

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.