Wezareta Karên Derve: Em ji ber qerara agirbestê kêfxweş in

Wezareta Karên Derve: Em ji ber qerara agirbestê kêfxweş in

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat weşandin de derbarê agirbesta ku bo Sûrîyê hat îlankirin de hat destnîşankirin ew ji ber agirbestê kêfxweş in.

Doh di niştina ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de bo Sûrîyê heta 30 rojî agirbest hat îlankirin. Piştî qerara agirbestê ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn û hat destnîşankirin ew ji ber agirbesta ku hatiye îlankirin kêfxweş in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ew wek Tirkîyê hêj di serî de bo rageşî bê kêmkirin, pevçûn bê sekinandin û tesîsa agirbesta li Sûrîyê hewil dane û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em ji ber qerara agirbestê kêfxweş in.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11691/wezareta-karn-derve-em-ji-ber-qerara-agirbest-kfxwes-in 


Ê Berê Gelo agirbesta li Sûrîyê bo Efrînê jî derbasdar e?
Ê Li Pey Li dijî biryara Emerîka ya “Qudsê” bertek

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.