Kesên ku li Hocaliyê hatin qetilkirin hatin bîranîn

Kesên ku li Hocaliyê hatin qetilkirin hatin bîranîn

613 kesên ku di 26ê Sibata sala 1992an de li Hocaliya bajêra Herêma Karabaxa Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Dema ki dîrok 26ê Sibata sala 1992an nîşan dide çeteyên yekîneyên Komareya Ermenistanê  li ser bajêra Hocaliya Herêma Karabaxa Jorîn a ku girêdayê Azarbeycanê ye de girtin û 106 jê pîrek, 63 zarok, 70 extiyar tev de 613 welatîyên Azarbeycanê bi şikleke wehşîyane û hovane qetil kirin û 150 kesan jî êsîr girtin ku ji wê dîrokê vir ve hêj aqûbeta wan kesên êsîr nayê zanîn.

Piştî êrîşa hovane ya ku li hember siwîlan hat kirin re ji sedî 20ê axên Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin û zêdetirî milyonek welatîyên Azarbeycanê ji wat û wargehên xwe bûn û bûn koçber.

Şênîyên ku li Hocaliyê dijîyan li ser nufusa Azerbeycanê qeydkirî bûn û ji Mislimanên Azakê bûn. Qetlîam bi niyeta valakirina Herêma Karabaxê bû.

Piştî ku 26 sal ji ser qetlîama wehşîyane û hovane derbas bû re hinek welatên mîna Endonezya, Komareya Çek, Meksîka, Kolombîya û Pakîstan qetlîama ku hat kirin wek jenosîd û qirkirinê qebûl kirin; lê belê digel vê yekê civala navneteweyî ji vê yekê bêdeng ma.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11712/kesn-ku-li-hocaliy-hatin-qetilkirin-hatin-brann 


Ê Berê “Divê em wan zarokên xwe yên ku temînata dahatûya me ne ji îlleta tiryakê xelas bikin”
Ê Li Pey “Mexdûrên 28ê Sibatê di zîndanan de li hêvîya edaletênin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.