Ji Akdagê Alîkarê Serokwezîr derbarê îstîsmara zarokan de daxuyanî

Ji Akdagê Alîkarê Serokwezîr derbarê îstîsmara zarokan de daxuyanî

Alîkarê Serokwezîr Akdag, ji bo îstîsmarkirina zarokan neyê kirin derbarê xebatên komîsyonê de agahî da û îfade kir ku di warê zêdekirina ciza de me li hev kir û roja ÇarŞemê wezîrên werin cem hev.

Alîkarê Serokwezîr Recep Akdag, ji bo li îstîsmara zarokan ber lê bê girtin derbarê xebatên komîsyonê de daxuyanî da.

Akdag, îfade kir ku roja Çarşemê wezîrên bi sernava îstîsmarkirina zarokan kom bibin û wiha got: “Me di komîsyonê de xebatên girîng kirin”.

Akdag di berdewam daxuyanîya xwe de wiha got: “Em li ser zêdekirina ciza mutabiq man. Ji bo malbat neyê kifşakirin em xebatek zaf girîng dimeşînin. Emê malbat û zarokan biparêsin. Emê bi Wezareta Perwerdehîya Mîllî û Wezareta Ciwanî û Werzîşê re grûbên xeter perwerde bikin û emê di nava sala 2018an de xebatên xwe yên di vî warî de zêdetir bikin.”

Akdagî, destnîşan kir ku ji bo agahî bên komkirin emê ekîbên taybet ava bikin û wiha got: “Em bi TUÎKê re dixebitin û ekîbek heye ew ekîbê agahîyan kom bike û ji bo agahî neyên belevkirin ew bi awakî cidî dixebitin.”

Akdag, di dawîya axaftina xwe de behsa îdîayên zêdebûna îstîsmara zorokan kir û îfade kir ku qethîyen ev gotin ne gotineke rast e. Akdag, îfade kir ku li gor daneyên Wezareta Edaletê di dozên Îstîsmarkirina Zayendîya Cînsîde li gor berê kêmbûn heye û axaftina xwe wiha bi daweî kir: “Di sala 2017an de 14 hezar û 394 doz hatin vekirin”. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11719/ji-akdag-alkar-serokwezr-derbar-stsmara-zarokan-de-daxuyan 


Ê Berê “Em wê nirxandina performansa mamosteyan qebûl nakin”
Ê Li Pey “Temamê kesên ku ceza dan Bilalê min tev di girtîgehê de ne”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.