LI HOLLANDA DIJMINATIYA HÎCABÊ - Kelhaamed

LI HOLLANDA DIJMINATIYA HÎCABÊ

LI HOLLANDA DIJMINATIYA HÎCABÊ

LI EWRÛPAYÊ DIJMINATIYA ÎSLAMÊ Û MISLUMANAN BÊNAVBER BERDEWAM DIKE. LI HOLLANDAYÊ KEÇA 14 SALÊ, JI BER KU SERÊ XWE VENEKİR, DUÇARÊ ÊRÎŞÊN DU KESAN BÛ Û DI MEJIYÊ XWE DE, BI SIVIKAYÊ BIRÎNDAR BÛ.

Fîtkirin û lê sor kirina dijminatiya Îslamê di serê de li Elmanya, Frense, Îngilîstan û Hollanda yên welatên Ewrûpayê tê kirin bênavber dewam dike.

Li eyaleta Flevoland a Hollandayê, keça ku 14 saliyê ji ber ku hicaba xwe ji serê xwe dananî, duçarê êrîşên du kesan bû û hat derb kirin.

Ji teref polêsê Hollandayê der heqê êrîşî de daxuyaniyek hat belav kirin. Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin, êrîş li bajaroka Emmeloordê ya eyaleta Flevolandê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de her wiha hat îfade kirin, keça 14 salê ya ku serê wê nıxumandiye, ji dibistanê derket û bi bisîkleta xwe diçû mala xwe.

Daxuyaniya polês wiha berdewam kir; Kesên gumanbar bi kenok ji keçikê xwestin, ew hicabê ji serê xwe daxîne û serê xwe veke. Lê keçikê ev daxwaza wan red kir. Li ser vê redkirinê,  keçik duçarê pînê êrîşkeran bû û bi pîna hat derbe kirin. Qîzik ji bo tedawî yê hat rakirin nexweşxaneyê. Bi derbeyî êrîşkeran, vucuda keçikê morbû û di mejiyê xwe de, bi sivikayê birîndar bû.

Dê demên dawî de li Ewrûpayê li aliyekê mizgeft, li aliyekî jî pîrekên Mislêman dibin hedefa dijminên Îslamê û nîjatperestan. KELHAAMED


Ê Berê Malbatên mexdûrê FETO û 28ê Sibatê dixwazin ku dengê wan bê bihistîn
Ê Li Pey LI SÛDANÊ KRÎZA ÎNSANÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.