LI SÛDANÊ KRÎZA ÎNSANÎ - Kelhaamed

LI SÛDANÊ KRÎZA ÎNSANÎ

LI SÛDANÊ KRÎZA ÎNSANÎ

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DI DERBARÊ REWŞA ÎNSANÎ YA SÛDANA BAŞÛR DE RAPOREK WEŞAND. DI RAPORÊ DE HAT ÎFADKIRIN KU LI SÛDANA BAŞÛR ZÊDETIRÎ 7 MILYON ÎNSAN BI TALÛKEYA BIRÇÎBÛNÊ RE RÛBIRÛ MANIN.

Ji teref Fona alîkariya zarokan ya neteweyên yekbûyî, rêxistina çandin û gidayê ya neteweyên yekbûyî û ji teref bernameya  gida ya dinyayê  ve di derbarê rewşa însanî ya ku li sûdana başûr dijî de raporek hevpar hat weşandin.

Di raporê de weha hat îfade kirin: li welêt di mehên pêşiya mede heger alîkariyên însanî û acîl neghêje sûdanê û ev qedexe berdewam bike wê zêdetirî 7 milyon însan bi tahlûkeya biçîbûnê re rûbirû bimînin.

Di raporê de hat îfade kirin ku li welêt ji ber ku baran nabare rîska birçîbûnê ya herî mezin pêk tê. Heger destê alîkariyê dirêjî herêmê neyê kirin wê 29 hezar zarok bitavahî 155 hezar kes wê duçarî birçîbûna herî mezin bibin. Di meh aborî de 5,3 milyon kes her roj di temîn kirina xwarinê de bi zehmetiyan re rûbirû manin.

Sûdana başûr yaku di sala 2011an de ji sûdanê veqetiya û serxwebûn axwe îlan kiribû, serokê dewleta sûdanê salvakîr mayardît di 16ê kanûna sala 2013an de bi îddîaya darbeyê alîkarê xwe rîek machar ji wezîfeyê avêtibû. KELHAAMED


Ê Berê LI HOLLANDA DIJMINATIYA HÎCABÊ
Ê Li Pey JI CENAZEYÊ MISLIMANA JÎ DITIRSIN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.