“Bila zilma 28ê Sibatê bi dawî bibe” - Kelhaamed

“Bila zilma 28ê Sibatê bi dawî bibe”

“Bila zilma 28ê Sibatê bi dawî bibe”

Malbatên ku ji teref daraza 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin teleb kirin ew zarokên wan ên ku bi salan di girtîgehan de tên girtin bên berdan û destnîşan kirin bila dawî li vê zilma ku ev 20 sal in berdewam dikin bê anîn.

Malbatên mahkûmên doza Îslamî yên marûzî zilma FETO û daraza 28ê Sibatê ne tiştên ku bi serê wan, zarokên wan û malbata wan de hatiye ji ÎLKHAyê re gotin.

“Xweda bi wan tiştên ku ev 19 sal in em dikînin dizane”

Mecît Balkayayê bavê Îsmaîl Balka derbarê rewşa lawê xwe de diyar kir lawê wî ev 19 sal in ku di girtîgehê de tê girtin ku lawê wî mexdûrê FETO û daraza 28ê Sibatê ye û ev zilm hêj berdewam dike. Bav Balkaya dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min ji ber hesasîyeta xwe ya Îslamî diçû mzigeftê û dersa Qur’anê dida. Lawê min li vê derê li camîyekê melatî dikir. Ji ber ku ders dida zarokan jê re gotin ‘tu ji rêxistinê re zilaman perwerde dikî’ û ew ji kar avêtin.Lawê min dû re çû leşkerîyê. Li wê derê wî girtin û birin girtîgehê. Xweda bi wan tiştên ku ev 19 sal in em dikînin dizane. Em ji serokomar dixwazin ku rêya darizandineke nû vebike, bila dosyayên wan cardin bên kontrolkirin, ger sûcên wan hebe ji xwe 19 salan di girtîgehê de ne. Lê ger sûcê wan tunebe heqên wan çibe bila îade bikin.”

Dê Hanîfe Balkaya jî derbarê mexdûrîyeta ku ew dijîn de diyar kir lawên me belesebeb bi salan di girtîgehan de ne û nes sûcê wan xwedîbûna nasnameya Îslamî ye.

 “Lawên min di girtîgehê de em jî li ser rêyan”

Pîrûze Yorguna dêya Comert Yorgunê ku ev 19 sal in di girtîgehê de ye derbarê mijarê de diyar kir lawê wê dema ku leşkerî dikir bi fermana FETOyîstan hatiye girtin û dû re wiha axivî: “ Lawên bi salan e ku di girtîgehê de ye û em jî di rêyan de azarê dikşînin. Dema ku em diçin dîtina lawê min me çend caran qeza kir û milê min şikiya. Me got piştî darbê firsetek ket destê dewletê. Hetta serokomar got ‘birayên me yên ku ev 10-15 sal in belesebeb di girtîgehan de ne hene’  Gotin em ê tiştê ku ji destê bê bikin. Me wê îmkanê nedît. Em hatin vî emrî, emrê me 19 salan di rêyan de derbas bû. Ez wek dayikekê ji serokomar re bang dikim. Bila dosyayên zarokên me ji nû ve bên vekirin û ji nû ve bên darizandin.”

Her wisa çend kesên ku naskirîyên wan bi kumpas û komployan hatine girtin û ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve bi şikleke neheq hatine cezakirin jî derbarê mijarê weha axivîn:

Mehmet Salih Boldagê bavê Turan Boldagê ku 19 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin: “Sûcê lawên me çi bû ku ji wan re 36 sal ceza dan.”

Cahîde Gultepeya ke xanima Mîkaîl Gultepe ye diyar kir “Ew efû û lutfê naxwazin, bes edaletê teleb dikin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11735/bila-zilma-28-sibat-bi-daw-bibe 


Ê Berê Reqemên îxracatê hatin eşkerekirin
Ê Li Pey "Heyama 28ê Sibatê heyama micadeleya seranser a li hember Îslamê bû"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.