SALVEGERA DERBEYA 28Ê SIBATÊ - Kelhaamed

SALVEGERA DERBEYA 28Ê SIBATÊ

SALVEGERA DERBEYA 28Ê SIBATÊ

28Ê SIBATÊ. SALVEGERA YEK JI DERBEYÊN BÊEXLAQÎ YÊN TARÎXA TIRKIYÊ. BI WÊ DERBEYÊ BI SED HEZARAN ÎNSAN HATIN FÎŞKIRIN, BI HEZARAN QÎZÊN XWENDEKARÊN SERNIXUMANDÎ, LI BER DERIYÊN UNÎVERSÎTEYAN Û DI ODEYÊN ÎQNAYÊ DE HATIN MEXDÛRKIRIN, BI MANŞETAN HEYATA ÎNSANAN HATE BEXTREŞKIRIN, HIKÛMET JI WEZÎFEYÊ HATE XISTIN Û GELEK ZULM Û ZORDESTIYÊN DIN.

Gava rûpela tarîxê 28ê Hezîrana 1996an nîşan dida, di serokwezîrtiya merhûm Necmeddîn Erbakan Xoce de, hikûmeta Refahyolê dihat avakirin.

Erbakan Xoce di 5ê Tebaxê de, xwarin da endamên Şêwra Bilind ya Leşkeriyê. Rojnameyan nîşan da ku di xwarînê de navbera hikûmet û leşkeriyê bêkêfî bûye.

Bi ger û geşta Erbakan Xoca ya ku di navbera 2 û 7ê Cotmeha eynî salê de li Misir û Lîbya û Nîjeryayê pêk anî, tansiyon bilind bû. Qomandaran ji Erbakan Xoce xwestibûn ku neçe Lîbyayê.

Di wan rojan de dîmenên der heqê Muslum Gunduz de û bûyera Alî Kalkanci jî derketin rojevê. Di 3ê Mijdara 1996an de, qezaya li Sûsûrlûkê weke bombekê ket rojevê. Bi vê bûyerê têkiliyên mafya û siyaset û polîs derketin holê. Protestoyên bi navê “Ji bo Ronahiya daîmî deqîqeyek tarî” li seranserê welêt belav bûn.

Serokwezîr Erbakan Xoce, di 11ê Kanûna Paşîna 1997an de, li mêvanxaneya serokwezîriyê xwarina fitariyê da pêşîvanên cemaetan. Dîmenên wan di leşkeriyê de bû sebebê nerihetiyê. Di 30ê eynî mehê de Belediya Sîncana Enqerê Şeva Qudsê li dar xist. Serokê belediya han Bekîr Yildiz û hinek beşdarên bernameyê hatin girtin.

Heyeta Ewlehiyê ya Mîllî, di 28ê Sibata 1997an de civiya. Qomandaran bi sedema tedbîra li ber îrtîcayê, daxwazên xwe rêz kirin. Xwestekên mîna mektebên bi ser terîqetan ve dewrî perwerdeya mîllî bibin, mektebên navîn rabin û perwerde derbasî ya 8 salî ya bênavber bibe, terîqet bên girtin, evan xwestek Erbakan Xoce û alîkarên wî xistin bin zorê. Hat gotin ku merhûm Erbakan pêşnivîsê îmze kiriye lê îmze neavêtiye binê van qiraran.

Di wê dewrê de fîşkirin û nefîkirin, ji burokrasiyê heta camîaya akademîk avêtina ji wezîfeyê, muhra xwe li wê pêvajoyê xist. Mektebên navîn yên Îmam Xetîban hatin girtin. Di çûna zanîngehan de ji bo îmtîhanê, sepandin û tetbîqa qatjimarê dest pê kir.

Di wê dewrê de tesîr û bandora medyayê jî divê neyê jibîrkirin. Bi manşetên wek “500 terîqet, 5 hezar şêx”, “Defîle tên qedexekirin” hişê civak û leşkerî û burokrasiyê dadigerandin. Xeberên di heqê îrtîcayê de li ser manşet û rûpelên rojnameyan kêm nedibûn.

Pey gotinên yargiyê, TUSÎADa ku niha ji ber beyanên xwe yên der barê HSYK û Qanûna Înternetê de bertekan digire, di wê dewrê de beyanat da û bû yek ji serekaktorên pêvajoya 28ê Sibatê. Di 21ê Îlona 1996an de wiha gazî kir: “Ekonomî xera dibe, divê hilbijartinên bipêşxistî bên kirin”

Dûre mîtîngên bi navê “Xwedîderketina li Cimhûriyetê” dest pê kir. Di van mîtîngan de gazî leşkeriyê hat kirin. Di nav wan niqaşan de serekcimhûrê wê dewrê Suleyman Demîrel ket dewrê û ji serokwezîr Erbakan re mektûba îqazê şand. Di wan rojan de gotinên qomandarê hêzên behrê oramîral Guven Erkaya yê gotibû “Îrtîca ji Pkkê talûketir e” ket rojevê.

Di 4ê Sibatê de li Sîncanê leşker û 20 tanq û 15 wesayîtên zirxî merasîm li dar xist. Hinek hêlan vê şolê wek “Eyara balansê ya ji bo demokrasiyê” şîrove kir. Lê serokê sererkan îfade dikir ku tanqên ku ariza dane, derketine derveyê guzergaha xwe.

Sersewcîyê cimhûriyetê yê yargitayê Vûral Savaş, bi îddîa ku bûye ciyê çalakiyên dijî Laîktîyê, li partiya Refahê doza girtinê vekir. Çend roj mabûn ku hikûmeta Refahyol yeksalî bibe, di 18ê Hezîranê de Erbakan Xoce îstîfaya xwe da.

Bi qedandina hikûmeta Refahyolê, niqaşên ku wê pêvajoya 28ê Sibatê çiqasî bidome dest pê kir. Orgeneral Huseyîn Kivrikoğlu, serokatiya sererkaniyê bi teqawîbûna orgeneral Îsmaîl Hakki Karadayi dewr girt û gotina wî ya “Wê 28ê Sibatê hezar sal bidome” di lîteraturê de cî girt.

Bi pêvajoya 28ê Sibatê re xussûsen li mekteban xwendekarên sernuxumandî bi salan li bende man ku mexdûrîyetên wan were çareser kirin. Encax ji bo çareserîya mexdûrîyetên wan rêyek nedîtin. Xwendekarên sernuxumandî çû ber kîjan derî, li rûyê wan hate girtin. Kesên îmkanên wan hebûn ji mecbûrî li derveyî welat xwendina xwe domandin.

Bi deh hezaran însanên li hember darbeya 28ê Sibatê derketin, ji ber hessasîyeta xwe ya Îslamî sutyê xwe ji vê zîhnîyetê re xwar nekirin, marûzî zilm û neheqîyan bûn. Mexdûrîyeta hinekan hate çareser kirin ema îro hêjî bi sedan kesên mutedeyyîn di nava çar dîwaran de li hêvîya tecelîbûna edaletê ne.

Mîmarên darbeya 28ê Sibatê yên baskê sivîl û eskerî li derve ne, mexdûrê darbeyê jî heta niha hêjî di zîndanê de ne. Ev yek jî îddîayên divê bi 28ê Sibatê re hesab hatiye dîtin tê xuya kirin ku ev îddîa ne rast e.

Ji ber nepirsîna hesabê darbeya 28ê Sibatê, raya giştî nerehet dibe. (Kelhaamed)


Ê Berê “Bo cardin darbe neyê kirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin”
Ê Li Pey Li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zor li pîrekên Sûrîyeyî tê kirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.