Li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zor li pîrekên Sûrîyeyî tê kirin

Li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zor li pîrekên Sûrîyeyî tê kirin

Li Sûryeyê hin wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî û yên saziyên alîkarîyê li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zor li pîrekên Sûrîyeyî kirine.

Li Sûryeyê ji ber herba navxweyî ev serê 7 salêwaye bi mîlyonan Sûryeyî bûn miltecî û penamber. Sûryeyî yên ku ji cîh û warên xwe bûnin li hin derverên di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bi alîkariyan debara jiyana xwe dikin, lê belê derket holê ku li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zor li pîrekên Sûrîyeyî tê kirin.

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî bi taybetî li deverên ku di destê grûbên çekdar yên ku Emerîka piştgirîya wan dikin û li deverên ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ne hin wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî û yên saziyên alîkarîyê yên din li hemberî alîkarîya însanî ji bo îstîsmara zayendî zorê li pîrekên Sûrîyeyî dikin.  

Di gel 3 sal berê hişyarî jî hatibû kirin bi taybetî li devera başûrê Sûrye yê derket holê ku bûyerên îstîsmara zayendî dewam dikin.

Her çikas saziyên alîkayê yên Neteweyê Yekbûyî îfade bikin ku qethîyeên wê ji bo îstîsmara zayendî destûr neyê dayîn jî derdikeve holê ku li hember alîkarîya însanî gelek jin bi zorê marûzî îstîsmara zayendî dimînin. Derket holê ku hin jinên Sûryeyî ji ber ku ditirsin bi wan fûhûşê bidin kirin naxwazin herin noxteyên alîkarî lê tê belavkirin.

Li gor daxuyanîya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li gelek bajarên Sûryeyê û bi taybetî jinên zilamên xwe wenda kirine an jî yên hatine berdan û yên malên xwe terk kirine bi zorê biwan fûhûş tê kirin.

Li Sûrye yê ji ber herba nanxweyî bi mîlyonan kesî malên xwe terk kirîne û bi alîkarîya sazîyên mirovahî li piya dimînin û jiyana debara xwe dikin.

Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî (IRC) di sala 2015an de îfade kiribû ku li Derayê û Kûneytrayê 190 jin û zarokên qîz ji teref xebatkarên sazîyên alîkarîyê ve marûzî îstîsmara zayendî manin.



: http://ku.ilkha.com/haber/11744/li-hember-alkarya-nsan-ji-bo-stsmara-zayend-zor-li-prekn-sryey-t-kirin 


Ê Berê SALVEGERA DERBEYA 28Ê SIBATÊ
Ê Li Pey Emerika perwerdehîya bombeyê dide PKK/YPGê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.