Gul: Lazim e ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya darazê ji nû ve bê vekirin

Gul: Lazim e ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya darazê ji nû ve bê vekirin

Serokomarê Tirkîye yê 11êmîn Abdûllah Gul, destnîşan kir ku lazim e ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya darazê ji nû ve bê vekirin.

Serokomarê Tirkîye yê 11êmîn Abdûllah Gul, destnîşan kir ku di heyama 28ê Sibatê de mehkemeyan bi brîfîngên derbekarên 28ê Sibatê biryar didan û ji prensîba edaletê dûr ketin û cizayê bê edalet dan gelek kesan.

 

Gul, destnîşan kir ku bila ji mexdûrên 28ê Sibatê re rêya darazê ya ji nû bê vekirin. Gul, bi sedem salvegera 28ê Sibatê ya 21emîn li ser malpera xwe ya civakî çend peyam parve kir û di peyamên xwe de cîh dan van agahîyan: “Îro di ser 28ê Sibatê re 20 sal derbas bû. Di wê heyama rewşa neasayî de mehkemeyan bi brîfîngên derbekarên 28ê Sibatê biryar didan û ji prensîba edaletê dûr ketibûn û cizayê bê edalet dan gelek kesan. Ji wan kesan hê jî 600 kes di zîndanan de mehkûmin. Dive mehkeme ji bo van mehkûmana rêya daraza ji nû ve veke. Ger çiqas dereng mabe jî îmkanê telafîkirina vê neheqîyê lazim e bê dayîn. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11748/abdllah-gul-lazim-e-ji-bo-mexdrn-28-sibat-rya-daraz-ji-n-ve-b-vekirin 


Ê Berê Putîn: Erdogan ket dewrê, komek siwîl ji Gutaya Rojhilat veqetîya
Ê Li Pey Mînareya Çar Ling ji nû ve ji ziyaretê re vedibe

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.