"Me mûşekên nukleer ên ku dê bigihijin her derê cîhanê amade kir"

Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn destnîşan kir ku ew mûşekên nukleer ên ku dê bigihijin her derê cîhanê amade kirin.

Ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê ve hat ragihandin ew pergalên parastinê yên mûşekan ên ku ji teref NATO û Amerîka ve hatine danîn bi teknolojîya leşkerî ya ku Rûsya înşa kiriye hatiye bêtesîrkirin û ew mûşekên nukleer ên ku dê bigihijin her derê cîhanê amade kirin.

Pûtîn vê daxuyanîya xwe di axavtina xwe ya bangewazîya neteweyî ya li Meclîsa Federal de da.

Pûtîn di axavtina xwe de  destnîşan kir “Tu welatên din ne xwedîyê ve teknolojîyê ne” û wiha got “ Em dikarin bi keştîyên bi derya yên bêînsan êrîşa nukleer bibin li her xalên cîhanê.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11759/me-msekn-nukleer-n-ku-d-bigihijin-her-der-chan-amade-kir 


Ê Berê Kerwana Umûdê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Ê Li Pey Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîyê hatin kuştin de temamê bersûcan berat kirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.