Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîyê hatin kuştin de temamê bersûcan berat kirin

Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîyê hatin kuştin de temamê bersûcan berat kirin

Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîya Rihayê hatin kuştin û wek bûyera ku “Pêvajoya Çareserîyê” daye qedandin dihat diyarkirin de temamê kesên bersûc beraat kirin.

Di niştina ku îro hat dîtin de derbarê 9 kesên ku 4 ji wan girtîbûn de ji teref mehkemê ve qerar hat dayîn.  Temamê bersûcan ku di dozê de dihatin darizandin ji sûcdakirina “cinayetê” beraat kirin.

Ji 4 kesên bi navê Hasan Aydin, Huseyîn Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Nacî Yilmazê ku wek girtî dihatin darizandin re ji ber parvekirinên ji ser medyaya civakî ji her yekî ji wan re salek û 6 meh ceza hat dayîn.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11760/di-doza-2-polsn-ku-li-ser-kany-hatin-kustin-de-temam-berscan-berat-kirin 


Ê Berê "Me mûşekên nukleer ên ku dê bigihijin her derê cîhanê amade kir"
Ê Li Pey Cemîyeta Mafên Mirovan: Pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoyek zilmê bû

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.