28Ê SIBATÊ HAT TEL’ÎNKIRIN

28Ê SIBATÊ HAT TEL’ÎNKIRIN

DARBEYA POST MODERN YA 28Ê SIBATÊ, DI 21 SALIYA WÊ DE LI GELEK BAJARAN HAT NA’LET LÊ ANÎN Û ŞERMEZAR KIRIN. DI BEYANATÊN MEDYAYÎ DE, JI BO SERBESTBERDANA MEXDÛRÊN 28Ê SIBATÊ BANGEWAZÎ HAT KIRIN.

Li gelek bajaran, darbeya 28ê Sibatê ya post modern bi beyanatên medyayî ku hatin lidarxistin, na’let lê hat anîn û hat şermezarkirin.

Ji teref Platforma Biratiya Îslamî û Piştevaniyê ve, ji ber salvegera darbeya post modern a 28ê Sibatê li Çewlîgê beyanateke medyayî hat lidarxistin.

Saziyên Civaka Sivîl yên Endamê Platformê, diladar û gelek hemwelatî, li ser kolanê navend ya Gêncê li ber qûleya Saetê li hev kombûn. Grûba ku di destê wan de bi panqartên li serê nivîsên ji hev cûda nivîsandî bûn, darbeya post modern şermezar û tel’în kirin.

Yûsûf Boxatekînê ku li ser navê Platformê beyanat xwend, ji bo muslimanên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de bi neheqî û derqanûnî hatine mehkûm kirin û hêjî di heps û zîndanan de ne, azadî û serbest berdana wan daxwaz kirin.

Piştî beyanata medyayî, serokbajarê HUDA PARê yê Çewlîgê Hemdûllah Tasalî ji Ajansa Xeberan ya ÎLKHAyê re beyanat da. Di axavtina xwe de Tasalî, balkişand ser mexdûrên 28ê Sibatê ku hêjî di hepsê de ne.

Li Bartinê jî, endamên Platforma Îradeya Sivîl, ji ber salvegera 28ê Sibatê ya ku 21 sal di ser de derbas bûye, beyanatek medyayî hat lidarxistin.

Beyanat, li ber Camiya Arap’ê hat tertîpkirin. Berdevkê Platforma Îradeya Sivîl Aydin Kuloglû, beyanata medyayî xwend û bal kişand ser zilm û neheqiyên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine kirin. (KELHAAMED)


Ê Berê Ermenistan protokolên asayîbûnê yên bi Tirkîyê betal kir
Ê Li Pey 106 HEZAR Û 740 SÎLEH WENDAYÎ NE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.