106 HEZAR Û 740 SÎLEH WENDAYÎ NE

106 HEZAR Û 740 SÎLEH WENDAYÎ NE

WEZARETA KARÊ HUNDUR DERBARÊ FEALIYETÊN XWE YÊN SALA BORÎ DE RAPOREK WEŞAND. DI RAPORÊ DE HAT ÎFADEKIRIN KU SÎLEHÊN 106 HEZAR Û 740 HEMWELATIYAN WEK HATINE DIZÎN AN JÎ WINDAYÎ KETINE QEYDA.

Wezareta Karê Hundur derbarê fealiyetên xwe yên aîdê sala 2017an de raporek weşand. di raporê de agahiyên ecêb hat parvekirin.

Di raporê de hat îfadekirin ku di teşebûsa darbeya 15ê Temmûzê de ji wezîfedar û mexdûrên sivîl re 183 mîlyon û 805 hezar û 112 lîre tazmînat hatiye dayin.

Di sala 2017an de Tescîla wesaîta, ruxseta sîleha, ehlîyet û belgeyên kîmlikên saziyan yên 2 mîlyon û 198 hezar û 774 kesî wek windayî ketiye qeydan.

385 hezar û 178 wesayît wek dizî û wûndayî ketine qeyda, mîlyonek û 147 hezar kes ji ber wûndabûn an jî dizya plaqeyên xwe serîlêdan kiriye.

reqamên herî balkêş jî sîlehên 106 hezar û 740 welatiyan wek hatine dizîn an jî windayî qetine qeyda.

Di sala 2017an de, derbarê welidînê de Mîlyonek û 344 hezar û 215 muamele hatiye kirin û belge hatiye verastkirin.

Di raporê de hat îfade kirin ku derbarê mirinê de 448 hezar û 228, zewac 605 hezra û 52, hevduberdan 137 hezar û 294, derbarê beyankirina edresê 6 milyon û 746 hezar û 114, derbarê verastkirina belgeya jiyangehê de 6 mîlyon û 373 hezar û 755 muamele hatiye kirin. (Kelhaamed)


Ê Berê 28Ê SIBATÊ HAT TEL’ÎNKIRIN
Ê Li Pey Li Efrînê 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.