SÛDANA BAŞÛR ‘NY’YÊ NAXWAZIN

SÛDANA BAŞÛR ‘NY’YÊ NAXWAZIN

HIKÛMETA SÛDANA BAŞÛR, BANGEWAZÎ KIR KU BILA HETA LÊPIRSÎNA DERBARÊ ÎDÎAYÊN TACÎZA CÎNSÎ YA DI KAMPÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE BIDAWÎ NEBE BILA DEMA WEZÎFEYÊN MÎSYONÊN LI SÛDANA BAŞÛR YÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÊ NEYÊ DIRÊJKIRIN.

Sûdana Başûr, naxwazin dema wezîfeya Misyonên neteweyên Yekbûyî bê dirêjkirin…

Binasî jî wek di kampên Neteweyên Yekbûyî de îdîayên tacîza cînsî hat eşkerekirin…

Wezareta Karê Hundur ya Sûdana Başûr, eşkere kir ku wan ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî taleb kirine, heta lêpirsîna Hikûmetê  ya di derbarê îdîayên ku di kampên Neteweyên Yekbû de tacîza cînsî hatiye kirin bidawî nebe, bila wextê wezîfeya misyonê Neteweyên Yekbûyî neyê dirêjkirin.

derbarê mijarê de Wezareta Enformasyonê ya Sûdana Başûr jî beyanat da û îfade kir ku Kesên ji ber hinek sedema warê xwe terk kirine û xwe sipartine Kampa, ji dêlava îstîsmarkirinê hewceye bên parastin.

Saziyên Civakên Sıvîl jî bangewazî kir ku bila komisyonek lêpirsînê ya hevkar ya ji wan, ji Hikûmet û ji Neteweyên Yekbûyê pêk tên bê sazkirin.

Misyona Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûdana Başûr ya ku Herba Navxweyî lê dijîn bi bihana ku Sivîlan ji her cûr şîdetan biparêze, Mafên Însana vekolîne û Kontrol bike ji sala 2011an de li Welêt dimîne.

Encax li Welêt derket holê ku di kampên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye polêsên di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de li kampa wezîfê dikin îstîsmara cînsî kirine…

Derbarê sûcdarkirinê de ji Neteweyên Yekbûyî beyanat hatibû dayin û îdîayan rastandibûn. li ser şikayetên ku hatibû kirin derheqê 46 polêsan de lêpirsîn hatibû destpê kirin û bi paşve hatibû kişandin. (KELHAAMED)


Ê Berê Li Efrînê 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
Ê Li Pey Şaredarîya Êlihê guh neda teleba mizgeftê ya xelkê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.