10 ANTÎBIYOTÊKÊN TABÎÎ

10 ANTÎBIYOTÊKÊN TABÎÎ

NE BI BIKARANÎNA ANTÎBIYOTÎKAN JÎ, HÛN DIKARIN SÎSTEMA XWE YA JÊBEXŞÊ BI FORMÎLA ANTÎBIYOTÊKÊN TABÎÎ XURT BIKIN… WEKÎ TÊ ZANÎN NEXWEŞYÊN BAPÊŞ Û BAHORÊ (GRÎP) ZÊDETIR DI VAN ROJAN DE TÊ DÎTIN. EM DIXWAZIN 10 ANTÎBIYOTÊKÊN TABÎÎ BI WE RE PARVE BIKIN.

Li gor xebatên zanistî, bikaranîna antîbiyotên nelazime, sîstema jêbexşê ya bi mîkroban re lewaz û qels dike. Ev antîbiyotîkan, dibin sedema gelek nexweşiyan û ev nexweşiyan heta mirovan ber bi mirinê dibe.

Wekî tê zanîn nexweşyên bapêş û bahorê (grîp) zêdetir di van rojan de tê dîtin. Divê mirov nexweş nebe, tedwîran bistînin. Ji bo vê yekê jî, divê xurekên bişifa li ser sofrê xwe kêm nekin. Bi vê şeklê sîstema we ya jêbexşê bi xurt dibe.

Ji teref zanyaran ve 10 antîbıyotêkên tabîî wiha hat rêz kirin

(Graf) Sîr û pîvaz

Bi taybetî wexta ev xurekan bê xwarin, sîstema mirovan a jêbexşê xurt dibe. Li dijî nexweşiya qansêr û penceşêrê gelek bi tesîr e, laşê mirovan li hemberê kanserê diparêze. Nahêle bakterî zêde be.

Şîr û mahsûlên şîr

Hemû di xebatên ku di salên dawî de hatinin kirin de, dema şîr bi rêk pêk bê vexarin, ji bo enfeksîyona wezîfeya parastinê bi cîh tîne. Şîr û mehsêlên şir her wiha, ji bo enfeksiyonên bahorê jî parastinê dike. Rûvîyan li dijî kanserê di parêzin. Ger her daîm bên xwarin û vexarin sistema hezmê hêsan dike.

Ispanax

Bergiriyê li pêşiya enfeksiyona digrê, jêbexşê xurt dike. Ispanax di hundirê xwe de gelek vîtamîna Cyê dihewîne. Laşê mirovan diparêze di heman wexê de micedaleyê bi enfeksiyonan re dike.

Tivir 

Bêweja, “Wekî bivir e” bila sebeb nehatiye gotin. Tivir jî vîtamîna Cyî di hundirê xwe de di hebîne. Wek çavkaniya sihhete tê nasîn. Ji bo derman kirina sermayê tê bikaranîn.

Brokolî

 Brokolî, bi saya maddeya sulforanê destekê dide sîstema mirovan a jêbexşê yê.

Zingober (Zencefîl)

Bi şertê ne zêde bikaranînê, zingober li dijî kanserê parastinek xweş dike. Mirovan li dijî enfeksiyonên ku bi hilmê bela dibe diparêze.

Îsota sor

Îsota sor jî çavkaniyek vitamîna Cyî ye û ji potasyomê dewlementir e. Ji ber ku gelek vîtamîna Cyî di hundirê xwe de dihewîne, sîstema mirovan ya jêbexşê xurt dike û xetereya qirîza dil kêm dike.

Kîwî

Bi saya taybetiya antîoksîdenê sistema jêbexşê xurt dike. Kîwî wek depoya vitamîna Cyî tê nasîn.

Pirasa

Feydaya pirasayê ji bo tenduristiye gelek e, pirasa wek dostê dil tê nasîn. Pirasa ji bo kansera qolonê mirovan diparêze.

Hinar

Parastinek mezin li enfeksiyonên ku bi taybetê di demsala zivistanê zêde dibe  dike. Hinar jî ji bo dil û damaran dostekî mezin e. Ji bo qanserê mirovan diparêz e. Ji bo mirov ne betil e alikariyê dike.


Ê Berê Şaredarîya Êlihê guh neda teleba mizgeftê ya xelkê
Ê Li Pey SERÎLÊDANÊN KOMÎSYONA OHALÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.